Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CivakîJinNûçeyên Dawî

Mirina Karkerên jin li Tirkiyê

Ji meclîsa ÎSÎG’ê Pinar Abdal, diyar kir ku di demê krîza aborî de cînayetên kar ên jinan zêde dibin û mirinên komî tên jiyîn û got: “Mirinên girêdayê krîza dil, stres û herikîna xweînê ya ser mêjî û dîsa mirinên girêdayê deperesyonê zêde bûne.”
Di demên krîza aborî de cînayetên kar, mobîng, binpêkirin, betaliya jinan, xebata bê qeyd û bê ewlehî zêde dibin.  Ji Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Enqereyê (ÎSÎG) Pinar Abdal derbarê van mijaran de nirxandin kir.
‘Ewil jin ji kar tên derxistin’
Pinarê da zanîn ku krîz herî zêde bandorê li ser jinan dike û got: “Krîz tune be jî jin di şert û mercên giran û bê ewle tên xebitandin. Ligel vê  sektor û qadên ku jin tê de dixebitin, zêdetir xesas in. Dema jin li cihên tevlihev bixebitin jî keda wan dikeve plana duyemîn. Em vê mixabin di demên krîzê de zêdetir dibînin.  Di demên krîzê de ewil dest ji jinan berdidin. Ewil jin ji kar tên avêtin.”
Pinarê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di demên krîzê de jin tenê ji kar nayên avêtin, rastî şîdet û newekheviyê jî tên û wiha got: “Ger jin di şert û mercên giran de xebata xwe berdewam bikin, ev tê wateya ku  wê şert û mercên bêewle zêde bibin. Yanî zêdetir rastî zextan tên. Newekheviya di navbera jin û mêr de zêde dibe. Rastî şîdeta gotinî, fîzîkî û derûnî tên. Di demên krîzê de keda jinê ya li malê jî bi bandor dibe. Yanî jin cotmesayiyê dikin.”
‘Cînayetên kar ên jinan zêde dibin’
Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sala borî hezar û 920 kesî di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Îsal jî hezar û 736 bû.  Hejmar kêm tê dîtin lê aliyekî din yê vê heye. Bi krîzê re îstîhdam jî teng bû. Di îstîhdamê de  di alî rêjeyî de di cînayetên kar de kêm nebûne. Ya duyem jî di demên îstîhdam kêm dibe de xebata derveyê qeydê zêde dibe. Xebata derveyê qeydê tê wateya ku cînayetên kar kêmtir tên dîtin. Ligel vê cînayetên kar ên jinan zêde dibin. Jin di karên bê ewle de dixebitin. Herî zêde jî di qada çandiniyê de tê dîtin. Her wiha mirinên girêdayê derûniyê yên cînayetên kar jî zêde bûne.  Mirinên  ji nişkave yên girêdayê stresê yên karkerên jin jî zêde bûne. Mirinên girêdayê krîza dil, stres û herikîna xwînê ya ser mêjî zêde bûne. Sektora çandiniyê xwe li ser jin û zarokan heyî dike.  Hemûyan bi traktoran dibin ser erdan û mirinên karkeran ji ber vê jî zêde dibin. Bi komî mirinên karkeran pêk tên. 16-17 saetan tên xebitandin.”
‘Di demên krîzê de rêxistinbûn jî qels dibe’
Pinarê daxuyakirin ku di alî jinan de rêxistinbûna sendîkal gelek kêm e û di demên krîzê de jî rêxistinbûna karkeran qels dibe û  got li Tirkiyeyê rêjeya sendîkabûnê ya giştî ji sedî 12 ye û ya jinan jî ji sedî 8 e. Pinarê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rapora sala 2019’an a Meclîsa ÎSÎG’ê û got wan xwestiye di rojên borî de eşkere bike lê polîsan bi awayekî kêfî êrîş kirine û got nayê xwestin ku cînayetên kar bibin rojev.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv