Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mirovahî statuyek ji Şengalê re deyndar e 02.12.2020

 

AWÊRA QIRKIRINA ŞENGALÊ
MIROVAHÎ STATUYEK JI ŞENGALÊ RE DEYNDAR E

Ji 192 welatan saziyên mafên mirovan di nava Federasyona Mafê Mirovan a Navnetewî de cihê xwe digrin.

Ev sazî navenda xwe li Parîsê ye.

Parêzer Reyhan Yalçindag jî alîkara serokê giştî ya federasyonê ye.

Reyhan Yalçindag der barê fermana 3’yê tebaxê ya li dijî şengalê pêk hat û bandora vê fermanê ji rojnameya Yenî yaşamê re nirxandin.

Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku ferman bi rojekê bi tenê bi sînor nebû û wiha got:

Ferman ev 6 sal in dewam dike.

Weke erdhejên dûmahîk lê bifikirin.

Ji ber ku hê jî êriş li dijî şengalê çêdibin.

Reyhan Yalçindag destnîşan kir ku ji ber fermanê zêdetirî 250 hezar mirov bi bandor bûne.

Lê ev jî ne reqemên ku vê trajediyê tarîf bikin nîn e û wiha axivî:

Hê jî li derdora 3 hezar û 400 jin û zarok winda ne aqûbeta wan nayê zanîn.

Reyhan Yalçindag diyar kir ku her çend ferman bi destê DAIŞ’ê pêk hatibe jî rola dewlet û hêzên herêmî jî tê de hebû û wiha dewam kir:

DAIŞ’ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî komkujî kirin.

Di destê dewleta tirk de li gel ku îstîxbarat heye û wan dikarîbû pêşî lê bigrin jî ev nekirin.

Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu bi xwe got: heta ku bombe neteqin em tedbîrê nagrin. Gelo wê gel van gotinan ji bîr bike. Naxêr wê ji bîr neke.

Reyhan Yalçindag îşaret bi rewşa niha ya li Şengalê jî kir û wiha dewam kir:

Der barê statuya şengalêd e di navbera hikûmeta herêmî û ya Bexdayê de pirsgirêk hene.

Ji ber van pirsgirêk û nakokiyan herdu alî jî hew didin xwe ji berpirsyariya fermanê bişon.

Lê divê were zanîn ku ev êriş û ferman ji ber nebûna statuyê pêk hatin.

Divê neyê jibîrkirin ku ji mafê her gel û civakê ye ku qedera xwe bi destê xwe diyar bike.

Ji lewre jî divê ji gelê Şengalê were pirsîn; Hûn statuyeke çawa dixwazin?

Ji ebr ku gel û civaka ferman bi serê wna hatiye ew ein, ên ku bombe bi serê wan de diteqe ew in. Ji ber wê jî divê ew biryarê bidin.

Divê Şengal di bin çavdêriya Netewên yekbûyî de bibe xwedî statuyek û mirovahî ji Şengalê re vê statuyê deyndar e.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv