Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mudurê şaredariya desteserkirî ya Qoserê Halîl Yomak bi alavên şaredariyê hewşa mala xwe da çêkirin 03.01.2021

 

SEXTEKARIYA LI ŞAREDARIYA DESTESERKIRÎ YA QOSERÊ
MUDURÊ ŞAREDARÎ HALÎL YOMAK BI ALAWÊN ŞAREDARIYÊ HEWŞA MALA XWE DA ÇÊKIRIN

AKP piştî ku şaredariyên HDP’ê dagirkirin, rêveber û endamên xwe wekî rêveber wezîfedar kirin.

Li Qoserê jî Serokê berê yê Baskê Ciwanên AKP’ê yê Mêrdînê Halîl Yomak kir mudurê Karên Paqijî, park û baxçeyan ên şaredariya desteserkirî.

Ajansa Mezopotamyayê bi dîmenan derxist holê ku vê mudurê dagirker dawiya hefteyê, wesaît û makîneyên kar ên şaredariyê ji bo karên xwe yên taybet bi kar anîne.

Di heman demê de bi karkerên şaredariyê û kevirên parke yên şaredariyê hewşa mala xwe çêkiriye.

Çavkaniyên ji ajansê re axivîne diyar kirine ku dibêjin tevî mala Halîl Yomak li derveyê sînorê şaredariya Qoserê ye jî, dîsa mala xwe bi karkerên şaredariyê dide paqijkirin.

RANTXURIYA LI ŞAREDARIYA DAGIRKIRÎ YA ÎDÎRÊ
WÊ DAGIRKER PEREYÊN DÎWARÊ ARTÊŞA TIRK ÇÊ DIKE BIDE

Li Îdîrê jî dagirkerê şaredariya HDP’ê wekî deverên din, derfetên xelkê ji bo artêş, polîs û saziyên dewletê bi kar tîne.

Derket holê ku dagirkerê şaredariyê biryar daye mesrefa 57 hezar dîwarê fermandariya cendirmeyan a Tirk, ji butçeya şaredariyê bide.

Ev 2 nûçeyên sextekariya Ajansa Mezopotamyayê derxistine holê, careke din nîşan didin ku ji bo derfetên şaredariyê ji bo dewleta dagirker bên bikaranîn, şaredariyên HDP’ê hatine desteserkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv