PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
MÛRAT KARAYILAN: WÊ GERÎLA PÊŞENGIYÊ JI PÊNGAVÊ RE BIKE
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Welat re axivî.
Karayilan dibêje li Rojhilata Navîn, guherînên girîng hene, hevsengiyeke nû tê avakirin, lewma gelê Kurd bi sazî û tevgerên xwe ve bi jin û cîwanên xwe ve, divê ji herdemê bêtir xwedî li pêngava KCKê derkevin û bandor li guherînên li heremê bikin.
Karayilan herwiha terora dewleta Tirk ya avêtina gundiyan ji helikopterê jî şîrove kir û ji malbatê re sersaxî xwest.
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan mêvanê bernameya taybet a Radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên Arîn Ferat.
Mûrat Karayilan pêşî li ser Pêngava KCK’ê ragihandî ya “Dem Dema Azadiyê ye” rawestiya.
Fermandarê Biryargeha Navendî bibîrxist, ku li Rojhilata Navîn hevsengiyeke nû tê avakirin û bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo cihgirtina di vê hevsengiya nû de.
Mûrat Karayilan destpêkirina pêngavê bi vê têkoşînê ve girêda.
Fermandarê Biryargeha Navendî di pêngavê de bal kişand ser rola gerîla.
10’Ê COTMEHÊ ROJA JI OCALAN RE AZADÎ YA CÎHANÎ
MÛRAT KARAYILAN: DIVÊ HER KES VÊ ROJÊ BI XURTÎ PÊŞWAZÎ BIKE
Mûrat Karayilan bal kişand ser 10’ê Cotmehê Roja Ji Ocalan Re Azadî ya Cîhanî jî.
JI HELÎKOPTERÊ AVÊTINA SERVET TÛRGÛT Û OSMAN ŞÎBAN
MÛRAT KARAYILAN: DIVÊ HER KES LI DIJÎ VÊ HOVÎTIYÊ TÊBIKOŞE
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan li ser şehadeta Servet Tûrgût ê ji helîkopterê tevî Osman Şîban hatibû avêtin jî axivî.
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku dagirkeriya Tirk bi her awayî dijminê gelê Kurd e.