MÛRAT KARAYILAN: JI RÊBER APO DITIRSIN, LEWMA SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ XISTIN MERIYETÊ
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan li ser tecrîda li dijî Rêber Apo got:
Rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê ji tirsa Rêber Apo, sîstemeke êşkenceyê li Îmraliyê xistine meriyetê.
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku ev tecrîd pêşî li zindanan û paşê li ser tevahiya siyaseta li Tirkiyê xistin meriyetê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Ebrû Tîmtîk a li dijî vê faşîzmê berxwedaneke mezin kir û şehîd bû jî bibîranî.
TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ RÊBER APO
Endamê Komtîeya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan li ser tecrîda giran a li dijî Rêber Apo jî bersiv da pirsan.
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku rêjîma faşîst a AKP-MHPê ji Rêber Apo gelekî ditirse.
Endamê komîteya Rêveber anî ziman, ku ev sîstema êşkenceyê pêşî li zindanan û paşê li ser tevahiya siyaseta Tirkiyê hat belavkirin.
Mûrat Karayilan di vî warî de parêzer Ebrû Tîmtîk a 238 rojan di rojiya mirinê de ma û şehîd bû bibîranî û ew weke berxwedêra li dijî vê faşîzmê bi nav kir.
BERXWEDANA GERÎLA YA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
MÛRAT KARAYILAN: WEKE YÊN BERÊ WÊ “YILDIRIM 3” JÎ ENCAM NEGIRE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser berxwedana gerîlayên HPG û YJA-Starê ya li Bakurê Kurdistanê jî rawestiya.
Bi taybetî bal kişand ser tevgera dagirkeriyê ya artêşa dewleta TIrk li herêma Serhedê bi navê “Yildirim 3” dayî destpêkirin û ev bersiv da:
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir, ku dagirkeriya Tirk di şerê xwe yê li dijî wan de bê encam dimîne û got, ji ber ku ji vê yekê aciz bûye.