ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN:
SÎSTEMA LI ÎMRALIYÊ NAVNETEWÎ YE Û KONSEYA EWRÛPAYÊ JÎ BERPIRSIYAR E
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameya Taybet a televîzyona me bû.
Mûrat Karayilan destpêkê di şexsê fermandar Egîd Civyan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr anî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi taybetî li ser tecrîda giran a li dijî Rêber Apo sekinî û pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” nirxand.
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê navnetewî ye û konseya ewrupayê jî berpirs e.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, diyar kir ku doza azadiya Rêber Apo êdî dozeke navnetewî ye.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN:
DIVÊ TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO XURTTIR BIBE
Di vê çerçoveyê de Murat Karayilan bal kişand ser pêngava “Dem dema azadiyê ye!”
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN:
JI 2018’AN Û VIR VE EM WEKE TEVGER NE LI ŞENGALÊ NE
Mijareke din ku Mûrat Karayilan bi taybetî li ser sekinî û nirxand jî, di navbera PDK, Bexda û dewleta Tirk a Şengalê bû.
Mûrat Karayilan da zanîn ku dewleta Tirk, tu carî naxwaze xelkê Êzidî bibe xwedî statuyekê.
Endamê Konseya Rêveber di vê mijarê de herî dawî got;
Yên ku xwedî li şengalê derketin rewa ne, ne mumkune ji şengalê bên derxistin.