Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Murat Karayilan:1’ê Hezîranê pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê ye

 

Sibê yekê Hezîranê ye ku di dîroka tevgera azadiyê de wekî pêngava duyemîn a 15’ê Tebaxê tê pênasekirin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, beşdarî Bernameya Taybet a televizyona me bû serî de pêngava 1’ê Hezîranê, mijarên di rojevê de nirxand.
Mûrad Karayilan pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an li dijî koplogeran, wekî pêngava rizgarî û çaraseiyê destnîşan kir.
Mûrat Karayilan Got; Pêngava 1’ê Hezîranê bû hîmê parastina başûr û destpêkirina şoreşa Rojava.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
1’Ê HEZÎRANA 2004’AN PÊNGAVA DUYEMÎN A 15’Ê TEBAXÊ YE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beşdarî bernameya taybet a televîzyona bû û mijarên di rojevê de nirxand.

Mûrad Karayilan, destpêkê şehîdên pêngava 1’ê hezîranê bibîr anîn, şert û armanca pêngavê şîrove kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku pêngava 15’ê Tebaxê, pêşî li asîmîlasyon û qirkirina gelê Kurd

Di vê pêvajoyê de tevgera azadiyê ket nava hewldanên ji bo çareseriyê.

Mûrat Karayilan, pêngava 1’ê Hezîranê li dijî komplogeran wekî pêngava rizgarî û çareseriyê pênase kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK, da zanîn ku di wê demê de dewleta Tirk bi navbeynkariya hin hêzên navnetewî bi wan re ket nava têkiliyan.

Lê belê tevî van hewldanan jî dewleta Tirk, sala 2011’an bi rêbaza Srîlankayê xwest bi ser tevgera azadiyê ve biçe.

Mûrat Karayilan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de dewleta Tirk, di bin navê diyalogê de xwest gelê Kurd ji holê rake.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ BÛ HÎMÊ PARASTINA BAŞÛR Û DESTPÊKIRINA ŞOREŞA ROJAVA

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Pêngava 1’ê Hezîranê bû hîmê parastina başûr û destpêkirina şoreşa Rojava.

Mûrat Karayilan, da zanîn tevgera azadiyê di vê pêvajoyê de li dijî DAIŞ’ê serkeftineke mezin bidest xist û di Rojhilata Navîn de jî destê gelê Kurd xurt kir.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv