Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, di dewama nirxandênên xwe de, li ser şerê îro jî sekinî û got;
Niha di navbera xeta rêber Apo û rejîma qirker de şerekî mezin heye. Dewleta Tirk bi hişmendiya kemalîzm û şerxwaziyê li hemberî gerîla têk çû.
Bi êrişa li dijî nirx û rûmeta civakê dixwazin hebûna gelê Kurd ji holê rakin.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MÛRAT KARAYILAN:
NIHA DI NAVBERA XETA RÊBER APO Û RÊJÎMA QIRKER DE ŞEREKÎ MEZIN HEYE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan, rewşa heyî li Kurdistan û Tirkiyê nirxand.
Mûrat Karayilan diyar kir ku di navbera Xeta Rêber Apo û rejîma qirker de şerekî mezin heye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku ya niha li hemberî gerîla şer dike ne artêş e. Dewleta klasîk a Tirk têk çûye.
Mûrat Karayilan diyar kir ku piştî vê pêvajoyê jî li dijî Kurdan konsepta Îtîhat-Terakî pêş xistin.
Û ev 5 sal in bi rêya îstîxbarat, hêzên kujer û hewayî dixwazin Kurdan teslîm bigirin.
Li hemberî van êrişên qirker jî Mûrat Karayilan da zanîn ku berxwedaneke mezin heye.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
BI ÊRIŞA LI DIJÎ NIRX Û RÛMETA CIVAKÊ, DIXWAZIN HEBÛNA GELÊ KURD JI HOLÊ RAKIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi êrişa li dijî nirx û rûmeta civakê dixwazin hebûna gelê Kurd ji holê rakin.
Mûrat Karayilan ev zîhniyet jî weke zîhnîyeteke “şîzofrenîk” binav dike.
ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A PKK’Ê MURAT KARAYILAN:
RÊJÎMA TIRK JI HÊZA PÊŞENG A JINA KURD DITIRSE, JI BER WÊ EWQAS ÊRÎŞ DIKE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê da zanîn ku ev rejîm ji berxwedana hêza pêşeng a jina Kurd ditirse. Ji ber wê yekê ye ku ewqas êriş dike.
Her wiha Mûrat Karayilan diyar kir ku tişta civaka Kurd li ser piyan dihêle, hêza jinê ye!
Mûrat Karayilan li ser mijara girtin û binçavkirina rêveberiyên partî û rêxistinên civaka Kurd jî sekinî.