ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
YÊN KU JI BO MAFÊN XWE KURDAN FEDA DIKIN WÊ LI PÊŞ POŞMAN BIBIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasî di bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê de têkildarî dorpêça PDK’ê ya qadên gerîla de nirxandinên girîng kir.
Mûstafa Karasû got:
Ji bo ku Tirkiyê memnûn bike, konsepta kurdan bike qurban pratîze dike.
Dewleta Tirk şantajê li herkesî dike.
Divê em vê yekê bibînin, ji bo mafên xwe Kurdan feda dikin.
Ku em vê yekê nebînin, di pêş de wê PDK jî poşman bibe, hêzên din jî poşman bibin û wê hekes poşman bibe.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê talûkeyên li ser Kurdan destnîşan kir.
Xwest ku herkes li hemberî van talûkeyan hişyar be û bal kişand ser rastiya civaka Kurd.
Êdî civaka Kurd, li hemberî hemû pirsgirêkên Kurdan hestiyar e.
Rayeke giştî ya Kurd çêbûye.
Raya giştî ya bi hêz a Kurd tê wateya ku êdî Kurd bûne neteweyek.
Bi rastî jî ev gelekî girîng e, divê herkes vê yekê girîng bibîne.
ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
BIDESTXISTINA XWESERIYA ÊZIDIYAN WÊ ÎTÎBARÊ BIDE PDK Û IRAQÊ
Mûstafa Karasû pêşketinên piştî peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê nirxand;
Ji peymana ku bi bandora dewleta Tirk pêk hatiye divê tavilê bizivirin.
Hêz li Şengalê bi cih dikin, ev ne tiştekî rast e.
Bila bi diyaloga li gel Êzidiyan çareser bikin.
PDK jî bila li hemberî rêveberiya xweser rêzdar be.
Ev wê îtîbarê bi PDK’ê bide qezençkirin.