Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasû: Li dijî rêbertiyeke ku hemû dinya lê xwedî derdikeve êrişek bêeman heye 20.10.2020

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
“ÊDÎ CPT JÎ NIKARE LI PERGALA ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ XWEDÎ DERKEVE”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu tevli bernameya Ulkenden bû û bersiv da pirsên rojnamevan Kadîr Hurdogan.

Di destpêka axaftina xwe de Mustafa Karasu bal kişand ser qedexeyên hevdîtin û axaftina bi telefonê ya li Îmraliyê:

Li wê derê li dijî Rêber Apo şerekî psîkolojîk heye.
Şerekî taybet heye. Li wê derê şerekî siyasî tê meşandin.
Zextên derûnî hene. Li wê derê pergaleke îşkenceyê ku xwe dispêre zextên psîkolojîk heye.
Ev pergal 22 sal in dewam dike.

Ji ber ku em dizanin ku ev dewlet çawa nêzî kurdan dibe,
em dizanin bê ka ew çawa nêzî Rêberê vî gelî jî dibe.

Êdî CPT’ya ku pergal Îmraliyê diparast û xwedî lê derdiket jî nikare lê xwedî derkeve.
CPT endama Konseya Ewropayê ye.
Pergala Îmraliyê di esasê xwe de ji aliyê Ewropa, Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve hat amadekirin û hat birêvebirin.

Mustafa Karasu berxwedana sala 2019’an û hevdîtinên bi saya vê berxwedanê pêk hatin jî bi bîr xist û got;

Hêzên demokrasiyê, rêveberên partiyan, wezîrê dadê, heta Bahçelî jî got, hevdîtin dikare pêk were.

Bi vî yekê di esasê xwe de wan li xwe mikûr hat ku li wir pergaleke li derveyî hiqûqê heye.

Niha tecrîd zêdetir tê girankirin. Ev yekser têkiliya xwe bi Pêngava “Dem Dema Azadiyê” ya KCK’ê re heye.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU
“LI DIJÎ RÊBERTIYIYEKE KU HEMÛ DINYA LÊ XWEDÎ DERDIKEVE ÊRIŞEKE BÊEMAN HEYE”

Mustafa Karasu wan nêzîkatî û pêkanînên provokatîf ên ku pê dixwazin bandor û tesîra Rêber Apo bişkînin jî nirxandin:

Agahiyên bi vî rengî bi me re hene.
Hin derdor dixwazin bandor û tesîra Rêber Apo ya li ser civakê bişkînin.
Rêvebirên şerê taybet û qirêjî der barê sekn û helwesta Rêber Apo de
Der barê fikr û ramanên wî de
Derheqî hewldanên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî ya bi rê û rêbazên demokratîk
hewldanên wî ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn de
wê berpirsyariyên ku di van mijaran de bi xwe re dibîne, hewldanên wî yên mezin
derbarê van mijaran hemûyan de şerê taybet hin teredûtan dixwaze çêbike û ji bo vê dixebite.

Mustafa Karasu êrişên li dijî Rêber Apo û Roja Azadiya Rêber Apo jî nirxandin:
Di 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Rêner Apo a Cîhanî de li serranserî cîhanê çalakî hebûn û xwedî li Rêber Apo derketin ev rûmeteke mezin e.

Mustafa Karasu, der barê li Başûrê Kurdistanê astengkirina çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo jî ev nirxandin kirin:

Bi taybetî helwesta PDK’ê ya di vê mijarê de, bi rastî jî weke îbretekê ye.

Nêzîkatiyeke wisa ya li Rêberekî Kurdan di esasê xwe de divê ji aliyê tu partiyeke kurdan ve neyê nîşandan.
Tu welatparêzekî nêzîkatiyeke wisa divê nîşan nede.

Erê xelkê me yê Başûrê Kurdistanê jî têkoşiya. Bedêl dan. Lê heke îro destkeftî hene, di vir de rola têkoşîna PKK’ê jî heye.

Îro dinya li Rêbertiyeke wisa xwedî derdikeve. Gelên dinyayê lê xwedî derdikevin. Fikr û ramanên vî Rêbertiyê ji bo gelê kurd hemûyan e. Hêzê dide herkesî. Nêzîkatiya PDK’ê, dîsa nêzîkatiya hin siyasetên kurdan, nayê qebûlkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv