Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûstafa Karasû: Rêber Apo li zindanê şoreşa 5 hezar salî pêk anî 23.02.2021

 

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
PKK YA KU 6 MEH TEMEN DANÊ ÎRO HÊZA XWE ZÊDETIR KIRIYE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Têkildar komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê Mûstafa Karasû nirxandinên girîng kirin û got;

Xwestin bi vê komployê PKK’ê bi temamî tine bikin.

Di nava 22 salan de li hemberî komployê têkoşîneke mezin hat pêşxistin.

Piştî komployê 6 meh temen dabûn PKK’ê

Lê di nava 6 mehan de em tinekirina PKK’ê deynin aliyekê, hêza PKK’ê ji ya berî komployê qat be qat zêdetir bûye, hêz girtiye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
GELÊN CÎHANÊ RÊBER APO WEKÎ REÇETEYEKÎ RIZGARIYÊ DIBÎNIN

Mûstafa Karasû, diyar kir ku paradîgmaya Rêber Apo, ji aliyê hemû gelan ve tê xwedîderketin û ev di çalakiyan de jî derdikeve pêş.

Bi taybetî, li Rojava, li Bakur-Rojhilatê Sûriyê gelê Ereb li Rêber Apo xwedî derketin.

Û Rêber Apo wekî rêberê xwe dîtin.

Bi taybetî jî li erdnîgariyeke ku nijadperestî û şerên mezhebî zêde ye, sekna îdeolojîk û teorîk a Rêber Apo wekî reçeteya rizgariyê dibînin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
RÊBER APO LI ZINDANÊ ŞOREŞA 5 HEZAR SALÎ PÊK ANÎ

Mûstafa Karasû li ser şert û mercên zindanê jî sekinî û got;

Rêber Apo li zindanê şoreşa 5 hezar salî pêk anî.

Ew di dîroka cîhanê ya zindanan de şoreşa herî mezin biser xist.

Bi rastî jî şoreşa ramanê ya 5 hezar salî pêk anî.

Îro gelên cîhanê vê yekê dibînin û di pêş de wê zêdetir bibînin.

Rewşenbîr, nivîskar û hunermendên li gelek deverên cîhanê di salvegera îsal de li Rêber Apo xwedî derketin.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
ARTÊŞA DEWLETA TIRK LI GARÊ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BIKAR ANIYE

Mijareke din ku Mûstafa Karasî li ser sekinî jî, êrişên dewleta Tirk ên li ser Garê bûn.

Mûstfa Karasû şehîdên li garê bibîr anî û got;

Artêşa dewleta Tirk li Garê çekên kîmyewî bikar aniye.

Tê fêmkirin ku di destpêka ketinê de xaza kîmyewî bikar anîne.

Ji ber ku li gorî agahiyên me bidest xistine, ji 6 hevalên li wêderê şehîd ketine, li ser 3 ji wan tu şopa guleyê tine ye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
AKP/MHP’Ê JI BO DESTHILATA XWE ÊRIŞÎ GARÊ KIRIN

Têkildarî armanca êrişa li ser Garê jî Mûstafa Karasû got; Divê ev êriş baş were fêmkirin.

Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê ji bo rê li ber têkçûna desthilata xwe bigire, berê zarokên gelên li Tirkiyê dide qada şer.

Divê her kes bizanibe ku ev êriş bi temamî ji bo rê li ber têkçûna dethilata AKP/MHP’ê bigirin pêk hatiye.

ENDAMÊ KOMÎTEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
GERÎLA TU CARÎ ÇOK NE ŞIKANDIYE, YÊ KU ÇOK BIŞKÊNE WÊ DESTHILATA FAŞÎST A AKP/MHP’Ê BE

Mûstafa Karasû da zanîn; êrişa dagirkeriyê ji êrişeke rizgarkirina êsîran wêdetir e.

Hedefên xwe nabêjin; tenê dibêjin me yê êsîran rizgar bikira.

Têkildarî serkeftina gerîlayan a li Garê encamên wê yên siyasî jî Mûstafa Karasû nirxandin kir.

Helbet wê encamên wê yên siyasî mezin bin.

Careke din derket holê; polîtîkayeke ku PKK’ê li Rojhilata Navîn ji nedîtî ve were wê têk biçe.

Ne pêkane ku çok li tevgera azadiyê û li gerîla bişkênin.

Di dawiyê de wê çok li vê desthilata faşîst a AKP/MHP’ê were şikandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv