Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mustafa Karasu: Taybetiya herî berbiçav a pengavê serketina hêzên berxwedêr e 12.01.2021

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
TAYBETIYA HERÎ BERBIÇAV A PÊNGAVÊ SERKETINA HÊZÊN BERXWEDÊR E

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, bû mêvanê bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê û mijarên di rojevê de nirxand.

Mûstafa Karasû bi berfirehî sala 2020’an nirxand û got;

“Sala 2020’an bi têkoşîneke mezin derbas bû.”

Pişt re jî Mûstafa Karasû destnîşan kir ku AKP herî zêde di vê salê de teşhîr bû.

Bi her şêwazî êrişî îradeya gelê Kurd kirin, lê bi ser neketin.

Ev gelek girînge, gelê Kurd tevî van hemû êrişan li ber xwe da.

Li ser piya ma, helwest nîşan da û diyar kir ku wê teslîm nebe.

Taybetiya herî girîng a berxwedanê derket holê; hêzên berxwedêr serketî ne.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
ÊDÎ HER KU DIÇE TECRÎDKIRINA RÊBER APO ZAHMETTIR DIBE

Endmê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, da zanîn ku sala 2020’an ji bo Kurdan ji her alî ve bu sala destketiyan.

Di vê salê de maskeyê AKP’ê ket xwarê.

Ev sal di heman demê de bu saleke xwedîderketina Rêber Apo.

Ji îro û pê de ev xwedîderketin wê zêdetir bibe.

Ev xwedîderketin sînorê Kurdistanê derbas kir, mirovahî xwedî derdikeve.

Fikrên Rêber Apo êdî li Ewrupa, Emerîkaya Başûr û gelek deverên cîhanê tê şopandin.

Êdî wê dîlgirtina Rêber Apo zahmettir bibe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
DIVÊ HEMÛ ÇALAKÎ BIBIN PARÇEYEK PÊNGAVA KU TEVGERA ME DAYE DESTPÊKIRIN

Mûstafa Karasû, di heman çerçoveyê de pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” jî nirxand û got;

Divê hemû çalakî bibin parçeyek ji pêngavê.

Kurd êdî helwesteke vekirî nîşan didin û dibêjin;

Tu çiqas êriş bikî jî, çiqas zilim bikî jî em ê li hemberî te li ber xwe bidin.

Çalakiya herî dawî ya Wanê jî di çerçoveya pêngavê de bû.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MUSTAFA KARASU:
LI DIJÎ KOMKUJIYA PARÎSÊ BI GIRTINA ENDAMÊN MÎT’Ê BERSIVEKE BAŞ HAT DAYÎN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê, têkiliya di navbera Komkujiya Parîsê û tasfiyekirina PKK’ê de jî nirxand.

Piştî 2010’an gotin divê em PKK’ê tasfiye bikin.

Navê 22 kesan eşkerekirin û gotin; ku ev tasfiye bibin wê PKK’ jî tasfiye bibe.

Di nava van 22 navan de heval Sara jî hebû.

Ya ku êrişa li Parîsê organîze kir MÎT bû lê yê ferman da Erdogan bû.

Mûstafa Karasû Sakîne Cansiz wekî temsîlkara rûmeta jinê destnîşan kir û got;

Bi girtina endamên MÎT’ê yên li başûrê Kurdistanê, bersiveke baş dane komkujiya parîsê.

Endamên MÎT’ê îtîraf kirin ku komkujiyê Parîsê pêk anîne.

Ew jî ji bo ku rêveberên PKK’ê Tasfiye bikin hatibûn Silêmaniyê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv