Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mûstafa Karasû: Yên ku ji bo mafên xwe Kurdan feda dikin wê li pêş poşman bibin 01.12.2020

 

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
YEKEMÎN ARMANCA ME TÊKOŞÎNA AZADKIRINA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasî beşdarî bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû.

Mûstafa Karasû destpêkê tecrîda giran a li ser Rêber Apo sekinî.

Pêngava “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na, dem dema azadiyê ye” bibîr xist û got;

Yekemîn armanca me têkoşîna azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Lê li vir ya grîng ewe; divê em çi bikin, dostên me çi bikin, gelê Kurd wê çi bike?

Rêber Apo hemû dema xwe da vî gelî.

Yek saniyeyek jiyana xwe ji bo xwe nejiya ye.

Gelo di vê cîhanê de lîderekî din heye ku hevqas girîngiyê dide jinê? Na, wê çaxê divê xwedî derkeve…

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
RÊBER APO HIŞKEGIRÊKA PIRSGIRÊKA KURD A ROJHILATA NAVÎN VEKIR

Têkildarî 43 saliya PKK’ê de jî Mûstafa Karasû nirxandinan kir û diyar kir ku PKK çawa bûye hêzeke gerdûnî.

Yên ku partiyê heya vê astê anîne şehîdên me ne.

Yê ku di şexsê şehîdan de vê xeta fedaîtiyê afirandiye jî Rêber Apo ye.

Di vê çerçoveyê de cejna Rêber Apo, gelê Kurd, dost û hemû mirovahiyê pîroz dikim.

Damezrandina PKK’ê gelek tişt guhert.

Ji ber ku Rêber Apo dawî li nijadperestî, mezhebperestî û dûrketina ji rastiya xwe anî, ku li Rojhilata Navîn dibû sedema gola xwînê.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
DI AVAKIRINA XETA PKK’Ê DE PAYA RÊHEVALÊN JI BEHRA REŞ GELEK E

Mûstafa Karasû, bibîr xist ku Rêber Apo hişkegirêka Pirsgirêka Kurd çareser kir û faktorên di avakirina xeta PKK’ê de rêz kir.

Hê di destpêkê de nêzîkatiya Rêber Apo kurewî bû, ji nêzîkatiyên teng dûr bû.

Ji ber vê yekê pêş ket.

Di avakirina vê xeta PKK’ê de paya rêhevalên ji Behra Reş gelek e.

Ne pêkane ciwanekî ku Kemal Pîr naskiribe û di bin bandora wî de nemabe.

ENDAMÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK’Ê MÛSTAFA KARASÛ:
ENERJIYA ŞOREŞGER A JINÊ WÊ DERKEVE HOLÊ Û CÎHANÊ BIGUHÊRE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, rola diyarker a Rêber Apo di xeta azadiya jinê de destnîşan kir;

Rêber Apo şîfreyê di xeta azadiya jinê de vekir.

Rêbertiyê li vir têkoşîna azadiya jinê derxist asteke îdeolojîk, li ser bingeheke dîrokî da rûniştandin.

Ev gelekî girîng e; di dehan salên dawî de li cîhanê jî têkoşîna azadiyê ya jinê pêş dikeve.

Rêbertî got; wê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jinan; teqez wê wisa be.

Enerjiya şoreşger a jinê wê derkeve holê, bandorê li mêran bike û cîhan biguhere.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv