Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Muxalefeta tirk: Îktîdara AKP-MHP’ê berpirsyarê têkşikestinê ye 17.02.2021

 

LI GARÊ TÊKŞIKESTINA DAGIRKERAN
MUXALEFETA TIRK: ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê BERPIRSYARÊ TKŞIKESTINÊ YE

Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê di êrişa xwe ya li dijî Garê de 13 esker û polîsên xwe yên êsîrên di destê PKK’ê de kuştin.

Bi dehan eskerên wan ên di nav de yuzbaşî û çawişên pispor hene ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve hatin kuştin.

Erdogan di kongreya partiya xwe de got: em bi ser neketin.

Li gel ku tablo bi vî rengî ye hikûmeta tirk bi rêya ragihandina xwe dixwaze ji têkçûnê serkeftin derxe.

Lê tu kes jê bawer nake. Ji bo wê jî wezîrên şerê taybet Hulusî Akar û Suleyman Soylu brîfîng dan partiyên pergalê.

Wezîrên şer bi CHP û ÎYÎ partiyê re hevdîtin pêk anîn.

Piştî brîfîng dan van partiyan îcar jî li Meclisa Tirkiyê bi hamset û takiyeyê xwestin ser têkçûna xwe bigirin.

Wezîrên şerê taybet ne wêne ne jî otopsiyên esker û êsîrên hatine kuştin bi ragihandinê re parve nekirin.

Li meclisê jî di axaftina xwe de wêne nîşan nedan.

Wekîlên CHP û ÎYÎ Partiyê destnîşan kirin ku ew ji brîfîgên wezîran tatmîn nebûne.

Brîfîng weke sergirtina têkçûna xwe ya li Garê pênase kirin.

Wekîlên partiyên pergalê destnîşan kirin ku wezîrên AKP’ê bi van birîfîngan dixwazin li dijî bertekên derve muxalefetê jî bikin şirîkên xwe.

Rayedarên CHP’ê diyar kirin ku hikûmet ji bo rizgarkirina êsîran ehemiyetê nîşan nedaye:

” Cihekî ku êsîr lê tên girtin, kes bi ktang û topan naçe wir. Divê ku psîkolog hebin, kesên ku muzakereyê bikin dive hebin.”

Wekîlên CHP’ê diyar kirin ku hikûmeta tirk dixwaze muxalefetê jî di vê binketina xwe de bike şirîk da ku li dijî bertekên navnetewî zemîneke meşrû ji xwe re çêbike:

” Heke ev êriş bi ser keta wê wezîr serdana me jî nekirana.”

Yek ji rexneyên esasî yên muxalefeta di nav pergalêd e li hikûmetê dike jî ew e ku çima ji bo rizgarkirina êsîran mekanîzmayên siyasî yên netewî û navnetewî tevî saziyan nexistiye dewrê.

Wekîlên ÎYÎ Partiyê jî îşaret bi wê yekê kirin ku di demên borî de PKK’ê 300 êsîrên di destê xwe de bi rêya navbeynkaran teslîm kiriye û gotin:

“Di vê êrişê de siyaset li derve hat hiştin. Mexlisê dikarîbû komîsyon çêbike yan jî rêxistinên navnetewî dikarîbû bikevin dewrê, bi muzakereyan ev mirov dikaribin bihatana rizgarkirin.”

Di kulîsên muxalefetê de tê gotin ku wezîrên şerê taybet Akar û Soylu jî pev çûne. Soylu ji ber têkçûnê Akar sûcbar kiriye.

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî di civîna xwe ya partiya xwe de der barê Garê de axivî.

Karamollaoglu got îktîdar weke ku têkçûn a muxalefetê be tevdigere, ne mimkûn e ku em vê yekê qebûl bikin.

Li aliyê din li gel hemû hewldanên rejîma AKP-MHP’ê jî CHP û IYI PARTÎ’yê metna îktîdarê ya ji bo Garê îmze nekirine.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv