Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

MXDŞ têkildarî peymana li ser Şengalê daxuyanî da 23.11.2020

 

Li ser Şengalê metirsiya fermaneke nû heye.

Ev hişyariya girîng û jiyanî ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hat kirin.

Di daxuyaniyê de têkildarî peymana PDK-Bexda-Dewleta Tirk wiha hat gotin:

Ev fermana 75an a li ser Êzidiyan e.

Divê her kes ji bo parastina civaka Êzidî û Şengalê amade be.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî peymana PDK-Bexda û Dewleta Tirk a 9’ê Cotmehê hatî mohrkirin û eşkerekirin, daxuyaniyeke girîng da.

Di daxuyaniyê de hişyariyên girîng û jiyanî têkildarî jiyana Êzidî û pêkhateyên din ên li Şengalê tê kirin.

Ji 9’ê Cotmehê roja peyman hatî mohrkirin heta niha gelê me li ser piya ye.

Gelê me bi her awayî li ber xwe dide û çalakiyên demokratîk pêk tîne.

Me jî gelek rêzehevdîtin bi hukûmet, kesayetî, hêzên leşkerî û partiyên Iraqê re kirin.

Me xwest pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Lê mixabin, tişta îro tê dîtin ew e, ku dixwazin peymana li ser Şengalê bixin meriyetê.

Di daxuyaniyê de bi parvekirina vê agahiya girîng wiha tê gotin:

Amadekarî tê kirin, ku 10 hezar hêzên çekdar derbasî Şengalê bên kirin.

Em dipirsin… Ev hêz ji bo çine?

Dema DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir ev hêz li kû bûn?

Dema me li dijî DAIŞ’ê şer dikir, ev hêz li kû derê bûn?

Pêwistiya Şengalê bi ti hêzeke leşkerî ya ji derve nîne.

Hêza parastina Şengalê ji keç û xortên Êzidiyan pêk tê û dikare Şengalê biparêze.

Em ji raya giştî re dibêjin… Naxwazin şerek biqewime.

Lê, emê li hemberî her êrişeke li ser destketiyên gelê xwe, mafê xweparastinê bi kar bînin.

Di daxuyaniyê de xal bi xal peymana li ser Şengalê ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk ve wiha hat şîrovekirin:

Dixwazin îradeya Êzidiyan tine bikin.

Dixwazin Êzidiyên li dijî DAIŞ’ê şer kirine bavêjin zindanan.

Dixwazin êrişî malan bikin û çekên gel ji bo parastina êrişan bi kar tîne jê bistînin.

Ji niha ve dor li Şengalê girtine û dixwazin li cîhên pîroz ên Êzidiyan û çiyayê Şengalê, hêzên taybet, ku ji hezar kesî pêk tên û nayên zanîn ên kîne bi cih bikin.

Armanc ew e, ku di bin navê vegera koçberan de Erebên ku destek didan DAIŞ’ê li Şengalê vegerînin.

Em pêkanîna van xalan weke fermana 75’an a li ser Civaka Êzidî bi nav dikin.

Ji bo rê li ber vê fermanê bê girtin, em bang li tevahiya hêz, aliyên siyasî yên çar aliyên Kurdistanê û gelê xwe dikin;

Ji bo parastina Şengalê û civaka Êzidî amade bin.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv