Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Navenda Çand û Hunera Şengalê lihevkirina Bexdayê û Hewlêrê şermezar kir 18.10.2020

 

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê lihevkirina Bexda-Hewlêrê ya li ser Şengalê şermezar kir, dema qirkirina Şengalê bi bîr xist û got, ”Dema qirkirinê Hewlêr û Bexda li kû bû?”

Navenda Çand û Hunera Şengalê lihevkirina Bexda-Hewlêrê şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya navendê hate dayin û ji aliyê Xwedêda Seydo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê hate bibîrxistin û hate gotin, ”Gava 3 ‘yê Tebaxa 2014’an Ferrman li ser me rabû, hikûmeta Iraqê û hêzên Pêşmerge yên ku herêm diparstin, çima em bi hêviya qirkirinê ve hiştin? Gava bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin û revandin çima van hêzên ku me baweriya xwe pê dianî em neparastin û reviyan? îro bi çi rûyî dikarin bibêjin ew ê bên û parastina Şengalê bikin. Gava gund û bajanên me hatin talankirin û em koçber bûn bi qasî rojekê jî beravanî nekirin. Ev yeka hemû weke pirsekê gumanê bi me re çêdikin. Gelo careke dî wê qira me bê anîn?”

‘EM NAXWAZIN BIBIN HINE DÎ, EM DIXWAZIN XWE BIMÎNIN’

Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê bi berdewamî diyar kir ew li nav sînorên dewleta Iraqê dijîn lê ti mafê wan nayê parastin, heta niha nekarîne ku li ser çand, ziman û dîroka xwe perwerde bibin, her tim qedexe li ser wan hatiye danîn, çand, fikir û baweriyên cuda li ser wan hatiye ferzkirin û hate gotin, ”Em naxwazin civaka me û hunermendên me bibin hine din. Em dixwazin li ser koka xwe, bi rêz û rêçikên xwe rêxistiniya xwe bikin, xwe rê ve bibin û bijîn.”

‘BIRYAR LI SER ŞENGALÊ VÎNA GELÊ ÊZÎDÎ NASNAKE’

Derheqê lihevkirina Hewlêr û Bexdaya ya li ser Şengalê hate gotin, ”Biryara ku li ser Şengalê hatî standin, bi tu awayî îradeya gelê Êzîdî nasnake. Kesên ku li ser kursiyan runiştî û bîryar di derbarê pêşeroja me de girtî, ne êşên me hîs dikin ne jî temsîliyata me dikin. Heke rast e mijar parastin û aramiya Şengalê ye, Şengal tu wextî bi qasî niha aram nebûye. Em hûnermendên vê civakê rewşa xwe a herî asayî dijîn û li ser reseniya xwe hunera xwe pêş dixin.”

‘BILA HUNERMEN Û REWŞENBÎR LI DIJÎ PEYMANA HEWLÊR Û BEXDAYÊ RABIN’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

Eger zimanê dayikê mafê herî rewa û sirûştî be, xwe parastin jî bi qasî wê ye, eger azadî di xwebûnê de be xweserî û xwerêvebirin jî bi qasî nan û avê pêwîstiyek e. Ji ber vê yekê pêwîstiya vê civakê rêveberên derve nîne, hêza xwe a xwe birêvebirinê bi rêxistin kiriye û îradeya civakê temsîl dike.

Dîsa siyaseta qirêj a tunekirinê li ser Şengal û civaka Êzîdî tê kirin. Pêwîste e civaka me li ser rewşa xeternak re hişyar be. Em bang li tevahî hûnermend û rewşenbîrên civaka xwe û hemû aliyên demokrat dikin ku li hember vê rewşa li herêmê bi pêş dikeve hişyar tevbirgerin û helwestê xwe nîşan bidin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv