Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
CîhanNûçeyên Dawî

Navenda Kurdistana Sor ket destê Azerbaycanê

 

Aştiya Qerebaxê ku Azerbaycan wê weke serkeftineke neteweyî qebûl dike, ji bo Ermeniyan bû sebeba şermeke neteweyî.

Ermeniyan piştî vê peymanê gelek dever radestî Azerbaycanê kirin.

Û cara dawî Laçîn, ku wekî Kurdistana Sor dihat naskirin, ji Azeriyan re hat hiştin.

Ermenistan di çarçoveya peymana aştiyê ya bi Azerbaycanê re ji gelek erdên li Qerebaxa Çiyayî û erdên xwe yên li derdorê vekişiya.

Û di dawiyê de dor hat ser bajarê Laçîn ku wekî korîdora jiyanê ya di navbera Ermenîstan û Qerebaxê de tê pênasekirin.

Vê duşemê danê sibehê, artêşa Azerbaycanê piştî 26 salan ket nava Laçînê.

Hêjayî gotinê ye, Ermenistan hemû pêdiviyên Qerebaxê bi vê korîdora 60 kîlomêtroyî dişand herêmê.

Li gorî peymanê, Laçîn ne tê de, 5 km derûberê vê riyê wê di bin kontrola artêşa Rûs de be.

Bi vî awayî, tenê bi vê tengerêyê têkiliya bejahî ya navbera Ermenistan û Qerebaxê tê misogerkirin.

Di dîrokê de Laçîn navenda Kurdistana Sor bû ku di 1930’an de wekî herêmeke xweser hat damezrandin.

Lê li ser reaksiyonên Tirkiye û Îranê, Yekitiya Sovyetê piştî 2 mehan dawî li vê statuya Laçînê anî.

Di dema şerê 1992 yê navbera Ermenistan-Azerbaycanê de, careke din Kurdistana Sor hat îlankirin.

Wekîl Mûstafayev bû serokê vê herêma xweser a temenkurt.

Lê belê ev hewldan jî bi ser neket û dawiyê de kurdên Laçînê neçar man terka erdên xwe bikin.

Ev jî hatin dîtin

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv

13:00 Cîhan

Stêrk Tv