Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê nansameya 2 gerîlayên li Gabarê şehîd bûn eşkere kir 16.10.2020

 

NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENYEYA HPG’Ê
NASNAMEYA 2 GERÎLAYÊN LI GABARÊ ŞEHÎD BÛN EŞKERE KIR

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Çiyayê Babarê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk roja 28’ê Îlonê li herêmê dest bi tevgera dagirkeriyê kir.

Heman rojê di navbera hêzên gerîla û dagirkeran de şerekî giran qewimî.

Di vî şerê giran de gerîla Simko Botan û Amargî Dorşîn Xerzan heta fîşeka xwe ya dawî bi awayekî canbexşane şer kirin.

Agahiyên berferih ên derbarê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Naîf Bûldûk bi nasnav Simko Botan li Cizîra Botan ji dayik bûye û 28’ê Îlonê li Çiyayê Gabarê şehîd bû.

Nasnav: Simko Botan

Nav paşnav: Naîf Bûldûk

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Osman-Emîne

Dem û cihê şehadetê: 28’ê Îlona 2020 / Gabar

 

Çîçek Benzer bi nasnav Amargî Dorşîn Xerzan li Aydinê ji dayik bûye û 28’ê Îlonê li Çiyayê Gabarê şehîd bû.

Nasnav: Amargî Dorşîn Xerzan

Nav paşnav: Çîçek Benzer

Cihê jidayikbûnê: Aydin

Dayik-Bav: Fatma-Abît

Dem û cihê şehadetê: 28’ê Îlona 2020 / Gabar

 

HPG’ê bi berfrehî behsa kesayet û sekna şoreşgeran kir û wiha got:

Hevrê Simko ji bajarê serhildanê Cizîra Botan di nava malbateke welatparêz mezin bû.

Di temenê zarokatiyê de dest bi têkoşînê kir û xebatên çand û hûnerê meşandin.

Di sala 2011’an de tevî hevalên xwe yên Koma Nergizên Botan berê xwe da Çiyayên Kurdistanê.

Li her qadê bi fedakariyeke mezin têkoşiya.

Di sala 2014’an dema çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Şengalê kirin berê xwe da û li wir bû xwedî rolekî pêşeng.

Piştî wezîfeya xwe ya dîrokî û azadkirina Şengalê careke din berê xwe da Botanê.

Di êrişa hewayê ya artêşa dewleta Tirk de 26’ê Îlonê hevrêyekî wî birîndar bû.

Ji bo hevalê xwe yê birîndar ji herêmê dûr bixe, 28’ê Îlonê bi dijmin re ket şer û şehîd bû

Hevrê Amargî li nava malbateke welatparêz a Botanê ji dayik bû.

Di sala 2014’an de tevlî nava refên têkoşînê bû û li her devera lê bi fedakariyeke mezin xebitî.

Ew di nava demeke kin de bû gerîlayeke jêhatî û li deverên herî zor û zehmet bû xwedî xebatên serkeftî.

HPG’ê ji malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanê re sersaxî xwest û soz da ku têkoşîna şehîdên qehreman bi serketinê tacîdar bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv