NAVENDA RAGIHANDIN Û ÇAPEMENIYÊ YA HPG’Ê:
22’Ê TEBAXÊ 3 GERÎLAYÊN ME LI AMANOSÊ ŞEHÎD BÛN
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 22’ê Tebaxê li Amanosê di encama êrişa balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk de 3 gerîla şehîd bûne.
Ev êriş jî li bejahiya navçeya Hatayê Hassa pêk hat.
HPG’ê nasnameyên şehîdan eşkere kir û têkildarî nasnameya wan ev agahî dan:
Cîhan Erbaş bi nasnav Hisên Firat li Meletî ji dayîk bûye û 22’ê Tebaxê li Hatayê şehîd bû.
Nasnav: Huseyîn Firat
Nav paşnav: Cîhan Erbaş
Cihê jidayikbûnê: Meletî
Dayik-Bav: Ziyade-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Tebaxa 2020 / Hatay
Şefîk Korman bi nasnav Alî Norşîn li Bedlîsê ji dayîk bûye û 22’ê Tebaxê li Hatayê şehîd bû.
Nasnav: Alî Norşîn
Nav paşnav: Şefîk Korman
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Perîşan-Abdulbarî
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Tebaxa 2020 / Hatay
Serhat Aykûl bi nasnav Cîger li Amedê ji dayîk bûye û 22’ê Tebaxê li Hatayê şehîd bû.
Nasnav: Cîger Amed
Nav paşnav: Serhat Aykûl
Cihê jidaykibûnê: Amed
Dayik-Bav: Sûltan-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Tebaxa 2020 / Hatay
HPG’ê li ser kesayet û têkoşîna hersê şehîdan jî ev nirxandin kir;
Hevrê Huseyîn dema ku li Zanîngeha Bogazîçî xwendekar bû, firsend dît ku têkoşîna PKK’ê ji nêz ve nas bike. Di demeke kurt de dev ji dibistana asîmîlasyonê ya dewleta Tirk a qirker berda û dest bi şoreşgeriya profesyonel kir. Sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû, di nava gerîla de bi kedkarî û fedakarî, her wiha bi baweriya xwe ya ji bo serketina têkoşînê li her qadê bû xwedî îdîa.
Hevrê Alî sala 2011’an li Amedê tevlî nava refên berxwedanê bû. Di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza, bû xwedî tecrûbe û mohra xwe danî binê serketinan. Hevrê Alî ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û heta kêliya dawî bênavber li eniya berxwedanê cih girt, bi îradeyeke qewîn û rêbaza fedayî ya Apoyî bi rengekî serketî li ber her zor û zehmetiyê rabû.
Hevrê Cîger li dijî pêkanînên qirker ên dewleta Tirk a dagirker helwesteke şoreşgerî nîşan da û sala 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2014’an li dijî komkujiyên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê bi hawara gelê Şengalê ve çû. Bi biryardariyeke mezin cihê xwe di nava şerê giran ê li Bakurê Kurdistanê de girt.
HPG’ê di serî de malbatên şehîdan, sersaxî ji gelê Kurd ê welatparêz re xwest û soz da ku ew ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan derkevin.