Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Navenda ragihandinê ya HPG`Ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir 09.09.2020

 

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HPG’Ê:
HEVRÊYÊN ME DESTAN Û RÊBER 11 TEBAXÊ LI WANÊ ŞEHÎD BÛN

11’ê Tebaxê li herêma Katoyê Xelîla yê girêdayî Wanê, di encama êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk de 2 gerîllayên HPG’ê şehîd bûn.

Nasnameya herdû şehîdan îro bi raya giştî re hat parvekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera dagirkeriyê ya artêşa dewleta Tirk a meha Tebaxê li navçeya Wanê Şaxê daxuyaniyeke nû da..

Navendê bi bîr xist ku wan 13’ê Tebaxê li ser mijarê daxuyaniyek dabû û wiha dewam kir:

11’ê Tebaxê piştî nîvro artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Xelîla ya navçeya Şaxê dest bi operasyoneke berfereh kir.

Heman rojê di encama êrişa balafirên şer de 2 gerîllayên me şehîd bûn..

Têkildarî nasnameya herdû şehîdan jî Navenda Ragihandinê ev agahî dan:

Belyen Bozyîgît binasnav Destan Hazo li Batmanê ji dayîk bûye û 11’ê Tebaxê li Şaxê şehîd bû.

ANF Images

Nasnav: Destan Hazo

Nav paşnav: Belyen Bozyîgît

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Dayik-Bav: Lutfiye-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2020 / Wan

 

 

Mûrad Şîpal binasnav Rêber Mordem li Wanê ji dayîk bûye û 11’ê Tebaxê li Şaxê şehîd bû.

ANF Images

Nasnav: Rêber Mordem

Nav paşnav: Mûrat Şîpal

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Feyrûz-Huseyîn

Dem û cihê şehadetê: 11’ê Tebaxa 2020 / Wan

 

Navenda Ragihandin ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de li ser jiyan û têkoşîna herdû şehîdan jî ev nirxandin kir:

Hevrêyên me Destan û Rêber li dijî polîtîkayên bênasnemehiştin û qirkirina gelê Kurd rabûn û bi rengekî çalak tevlî xebatên ciwanên bûn.

Wan têkoşîna xwe gihand asteke bilindtir û berê xwe dan çiyayên Kurdistanê..

Ji bo bibin gerîlayên serketinê kedeke mezin dan û bi rola pêşengiyê rabûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv