Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nêçîrvan Barzanî çû Enqerê, Çavûşoglu derbarê hevdîtinê got: Rojeva sereke têkoşîna hevpar a li dijî PKK`Ê ye

 

ERDOGAN VEXWEND, NÊÇÎRVAN DI CIH DE ÇÛ ENQERÊ
ÇAVÛŞOGLU: ROJEVA SEREKE TÊKOŞÎNA HEVPAR A LI DIJÎ PKK’Ê BÛ

“Rojeva me ya sereke têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê bû.”

Ev gotin a wezîrê karê derve yê dewleta Tirk Mevlût Çavûşoglu ye.

Çavûşoglu piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ev daxuyanî da.

Nêçîrvan Barzanî her wiha bi şefê faşîst ê rêjîma Tirk Tayîp Erdogan re jî rûnişt.

Ya balkêş ew bû, ku di nava heyetê de tenê PDK’yî hebûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û heyeta pê re, li ser vexwendina şefê rêjîma faşîst a AKP-MHPê Tayîp Erdogan li Enqerê bû.

Endamên heyetê hemû ji rêveberiya PDK’ê bûn.

Nêçîrvan Barzanî pêşî bi Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk Mevlût Çavûşoglu re civiya û bi hev re taştê xwarin.

Piştî civînê ji her du aliyan du daxuyaniyên kurt hatin dayîn.

Di daxuyaniya li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, wê Enqere alîkariya tenduristiyê bişîne ji bo Hewlêrê.

Her wiha têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexda de û hin mijarên din hatin guftûgokirin.

Lê ji alyê wezîrê rêjîma faşîst Mevlût Çavûşoglu ve daxuyaniyeke cûda hat dayîn.

Çavûşoglu li ser hesabê xwe yê twîterê got, têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê rojeva sereke ya civînê bû.

Piştî vê civînê, Nêçîrvan Barzanî bi şefê rêjîma faşîst Tayîp Erdogan re civiya.

Ev civîn saetek û 15 deqeyan dewam kir.

Weke her carê li pişt Nêçîrvan Barzanî li cihê Alaya Herêma Kurdistanê, alaya dewleta Tirk cih girt.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv