Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nerazîbûna jinan li dijî serbestberdana leşkerê tecawîzkar

 

LI DIJÎ BERDANA ESKERÊ TECAWÎZKAR MÛSA ORHAN NERAZÎBÛN BILIND DIBIN

Li dijî berdana şekerê Tirk Mûsa Orhan li Rojavayê Kurdistan Bakur û Tirkiyê çalakî pêk hatin, jina nerazîbûn nîşan dan.

Jina got: Dewleta Tirk bi vê berdanê tekez kir ku di nava civakê de dixwazin feraseta tecawizkariyê belav bike.

Berdana tecawizkar Mûsa Orhan bû sedama nerazîbûnan.

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê Tevgera Jinên Ciwan daxuyaniyek dan.

Endama Tevgera Jinên Ciwan Azê Berçem li vir axivî.

Azê Berçem diyar kir, Dewleta tirk di şexsê Îpekê de xwest îradeya jina kurd a azad bişkîne û got,

ESKERÊ TECAWIZKAR MÛSA ORHAN HAT BERDAN
MECLÎSA JINAN A HDP’Ê: TECAWIZKAR DIVÊ DERHAL BÊ GIRTIN

Meclîsa Jinan a HDPê nerazîbûn nîşanî berdana eskerê tecawizkar Mûsa Orhan da.

Meclîsa Jinan daxuyakirin ku desthilta dewleta tirk bi berdana tecawizkar Mûsa Orhan di xwaze di nava civakê de vê feraseta tecawizkar belav bike.

Musa Orhan divê derhal bê-girtin.
Parlementera HDPê ya Batmanê û berdevka meclîsa jinan a HDPê Ayşe Acar Başaran jî ji destpêkê ve dixwestin ser bûyerê bigrin û got,

Carek din derket holê ku ew kesên dixwazin tecawizkar û kujeran biparêz in kî ne. Bi vê berdanê her tişt eşkere bû ku kî Mûsa Orhan diparêz e û xwestiye wî berdin.

Başaran got, em ê wek jina vê dozê bişopînin.

ESKERÊ TECAWIZKAR MÛSA ORHAN HAT BERDAN
“TECAWIZKAR MÛSA ORHAN DERHAL BIGRIN”

Li ser medya dijîtal jî bi piştî bihîstina berdana tecawizkar Mûsa Orhan bi hastaga #MusaOrhanTutuklansin

Nerazîbûn nîşan dan û xwestin tecawizkar Mûsa Orhan derhal bê girtin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv