POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
ROJNAMEVANÊN GERMIYANÊ: PDK TIMÎ PÊŞENGÎ JI ŞERÊ NAVXWEYÎ RE KIRIYE
Li Başûrê Kurdistanê hema bêje ji her beşa civakê nerazîbûn li dijî şerxwaziya PDK’ê zêde dibe.
Rojnamevanên navçeya Kelar a Germiyanê li ser vê mijarê axivîn.
Şaho Îbrahîm diyarkir di dîroka Başûrê Kurdistanê de PDK’ê hertim pêşengtiyê ji şerê Kurd bi Kurd re kiriye.
Rojnamevan Zimnako Yehya jî nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman.
Ehmed Hemîd jî dibê dewleta Tirk û Îran hertim hizbên Başûrê ji bû berjewendiyên xwe bikar tînîn.
Eniya Nîştimanî li Germiyanê xwest li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê çalakiyek lidarxe, lê asayîşa Germiyanê çalakî asteng kir.
POLÎTÎKA Û PROVOKASYONÊN PDK’Ê
56 RÊXISTINÊN BAŞÛR: ŞERÊ NAVXWE JI BO GELÊ KURD BIRÎNEK XEDAR Û EZMÛNEK TAHLE
Li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê, 56 rêxistinên civaka sivîl ên li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de tê gotin; pêşîlêgirtina vî şerî ne tenê erkê rêxistinên civaka sivîle, erkê her ferdê civakê ye.
Tê xwestin ku erkê Parlamentoya Kurdistanê ye ku bi awayekî berpirsane bicivin û şerê navxwe qedexe bikin.
Daxuyanî wiha didome;
“Her hizbek ku li pêşiya vî şerî bibe asteng û av bi agirê şer de dake, wê dîrok wan ji bîr neke.”