NERAZÎBÛNÊN LI IRAQ`Ê LI DIJÎ ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYA TIRK
KOMA SADQUN: DIVÊ IRAQ PEYWENDIYÊN ABORÎ BI TIRKIYÊ RE BIDE RAWESTANDIN
Parlementerekî Iraqî derheqê tekiliya bi dewleta tirk re 3 pêşniyazên balkêş kirin.
Parlamenter Fazil Fentalwî pêşniyaz kir ku Hikumeta Iraqê peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bide rawestandin. Ji ber êrişan li dadgeha Navnetewî doz lê vebike.
Herwiha balyozê xwe yê li Enqereyê jî vekişîne.
Parlamenterê Koma Sadqun ya li parlamentoya Iraqê Fazil Fentalwî bi daxuyaniyek ragihand ku divê dijî êrîşên dewleta Tirk, Iraq 3 tedîbran bigre.