Li dijî polîtîkayên PDK’ê li Başûrê Kurdistanê û welatên din jî nerazîbûn hene.
Ciwanên welatparêz li Silêmanî bi daxuyaniyekê banga berdana welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê kirin.
Kurdên li Rûsyayê jî bi daxuyaniyekê polîtîkayên PDK’ê protesto kirin.
ŞERXWAZIYA PDK’Ê Û PROVOKASYONÊN WÊ
CIWANÊN WELATPARÊZ LI SILÊMANÎ ÇALAKÎ KIRIN
Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Silêmanî li qadan bûn.
Li ser navê ciwanan Daban Mihemed daxuyanî xwend û bal kişand ser girtina welatparêzên wargeha Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve.
SEKRETERÊ HIZBA KOMUNÎST A KURDISTANÊ KAWE MEHMÛD
“EM ALÎGIRÊ AŞTIYEKE DI NAVBERA PARTIYÊN KURD HEMÛYAN DE NE”
Sekreterê Komîteya Navendî ya Hizba Komunîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd jî derheqê polîtîkayên PDK’ê de ji Rojnewsê re axivî.
Kawe Mehmûd daxwaz kir, ku lihevkirine demdirêj di navbera PKK’ê û hukûmeta Herêma Kurdistanê de çêbibe.
Kurd û dostên xwe yên li paytexta Rûsya Moskowê jî bi daxuyaniyekê êrişa PDK’ê ya li dijî qadên gerîla protesto kirin.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Kurd a Moskowê Rafîkê Kamil ve hat dayîn.
Rafîkê Kamil bal kişand ser têkoşîna PKK’ê ya li çar aliyên Kurdistanê.
Rafîkê Kamil bang li tevahiya Kurdan û Kurdistaniyan kir, ku li dijî polîtîkayên PDK’ê yên zirarê li berjewendiyên neteweyî dikin, rawestin.