Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Newroz Uysal: Di salên dawî de li tecrîda qanûnî, tecrîda civakî, siyasî û fîzîkî jî zêde kirin 27.01.2021

 

JI PARÊZERÊN RÊBER APO NEWROZ UYSAL:
DI SALÊN DAWÎ DE LI TECRÎDA QANÛNÎ, TECRÎDA CIVAKÎ, SIYASÎ Û FÎZÎKÎ JÎ ZÊDE KIRIN

Ji parêzerên Rêber Apo Newroz Uysal li ser pergala êşkencê ya Îmraliyê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar ANHA re axivî.

Parêzer Newroz Uysal bi bîr xist ku 22 salin li Îmraliyê pêkanînên taybet ên li dijî Rêber Apo pêk tên û ji hemû aliyan mafên wî û girtiyên din ên li Gravê tên bin pê kirin û got: Li Îmraliyê ne tenê tecrîda zagonî, tevî wê tecrîda civakî, siyasî û fîzîkî pêk tê.

JI PARÊZERÊN RÊBER APO NEWROZ UYSAL:
ENQERE RÊBAZA “BÊDENGÎ Û BÊAGAHDARIYA TEQEZ” ESAS DIGIRE

Newroz Uysal diyar kir ku rêveberiya Tirk di salên dawî de, rêbaza “bêdengî û bêagahdarkirina teqez” esas girtine û got: Pêvajoya vîrusa Corona jî kirin bahane. Ji hezaran daxwazên me, tenê 5 heb bi cih anîne. Wekî din serlêdan û daxwazên me bê bersiv dihêlin.

Parêzera Rêber Apo Newroz Uysal ev siyaseta tecrîdê jî wekî encama siyaseta şer a li dijî Kurdan nirxand û got: Êdî şerê li Tirkiyê belavî Rojava û Başûrê Kurdistanê kirine. Ji bo vê siyasetê jî, tecrîda li Îmraliyê kûr kirine.

JI PARÊZERÊN RÊBER APO NEWROZ UYSAL:
DIVÊ PIŞTGIRIYA JI BO KAMPANYAYÊN AZADIYA OCALAN ZÊDE BIBE

Newroz Uysal ji ber kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo jî kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Em li bendê ne, hem gelên cîhanê, hem saziyên herêmî, netewî û navnetewî piştgiriya ji bo kampanyayê zêdetir bikin.

Newroz Uysal bal kişand ser hewldan û berxwedanên li dijî tecrîda Îmraliyê jî û ji raya giştî xwest ku di serî de grevên birçîbûnê, piştgiriya ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê zêde bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv