NIJADPERESTÊN TIRK GEF LI WEZÎRÊN AUSTURYAYÊ XWARIN
Nijadperstên Tirk rojên dawî li Awusturyayê hem êrişî Kurdan û derdorên sosyalîst kirin û hem jî zerar da aramiya li welat..
Her wiha bi vê yekê jî sînordar neman û gef li wezîrên Awusturyayê xwarin..
Li hemberî van gefan, ji bo 2 wezîran, hêzên parastinê hatin erkdarkirin..
Li paytexta Awusturyayê Vîyana, nijadperestên Tirk ên ku rêjîma AKP-MHP destekê dide wan êrişî gelê Kurd û derdorên çepgir kiribû..
Li hemberî vê, hêzên ewlekariyê ketin nava tevgerê û hejmareke ji êrişkarên nijadperest kirin bin çavan..
Wezîrê Karê Hundur ê welat Karl Nehammer îşaret bi nijadperestên Tirk kir û got, ew kesên êrişkar wê bê ceza nemînin..
Nehammer diyar kir ku li ber destê wan gelek delîl hene û got, nasnamerya serêkêşên êrişê hatiye tesbîtkirin..
Wezîra Ahengiyê Susane Raab jî êrişa nijadperestên Tirk şermezar kir..
Piştî vê yekê, nijadperstên Tirk bi rêya tevna civakî gefa mirinê li herdû werîzrên Awusturyayê xwarin..
Hêzên ewlekariya welat li dijî wan kesan ketin nava tevgerê.
Û li hemberî hewldanên êrişan ji bo 2 wezîran hêzên parastinê hatin erkdarkirin..