Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nijadperestiya li Sakarya li Mêrdînê didome

 

NIJADPERESTIYA LI DIJÎ KURDAN

Gelê kurd wê heta kengê tehmulê vê nijadperestiya tirkan bike? Heta kengê kurd wê her demsalên havînê bi jin û zarokan ve, biçin bajarên tirkan û ji wan re xulamiyê bikin? Axa bi bereket ya Kurdistanê çima nayê bikaranîn? Qeza û belayên di rê de, birçûbûn, şertên qirêjî û şertên jiyana berbat ya wan karkeran mîna ku ne bes îjar nijadperstên tirk êriş dikin. Ev êrişkarên nijadprest vê cesareta xwe ji kî digirin? Kurd, tirkên demokrat çima îsyan nakin, çima dunya li van nijadperestan teng nakin? Dewleta tirk wê kengê vê tevger û êrişên nijadperstiyê weke sûç hesab bike?

 

Rêvebirên Dewleta tirk di vê meselê de bi qasî êrişkaran sûçdar in. Ji ber ku zilm û êrişa Nijadperestên tirk ya li dijî karkerên kurd ya li Sakaryayê, li Mêrdînê jî dewam kir.  Rêvebirên Dewleta tirk, li şûna ku êrişkarên tirk mehkeme bike, li Merdînê Karkerên Kurd ên maxdûr xistin ber lêpirsînê.

 

NIJADPERESTIYA LI SAKARYA LI MÊRDÎNÊ DIDOME

“EM NE KOLEYÊN WAN IN, MIROVAHÎ LI CEM WAN NÎNE”

16 karkerên Kurd ên ji gundê Kelekê yê navçeya Mêrdînê Şemrexê, ku bûbûn hedefa êrişeke nijadperest li Sakarya vegeriyan gundê xwe.

Ji alavên gundiyan jî diyar dibe, ka çawa bi bayê bezê ji Sakarya derketine û şeperze bûne.

Di êrişa nijadperestan de herî zêde karkerên jin bûbûn hedef.

Yek ji wan jî Sûltan Demîr e, ku 2 keç, kur û biraziyên wê bûn hedefa êrişê:

Jinên bûn hedefa êrişê diyar kirin, ku nijadperestan gotiye, “emê serê Bariş jê bikin”

Her wiha xortê bi navê Bawer jî hat lînckirin.

Jina bi navê Şevîn Demîr a bûyî hedefa êrişa nijadperestan jî wiha behsa kêliyên êrişê kir:

Jina bi navê T.D jî got, divê ev yek ji wan re nemîne.

Jina bi navê Leyla Demîr jî bang li tevahiya Kurdên Bakurê Kurdistanê kir, ku neçin li bajarên Tirkiyê nexebitin.

Şîlan Demîr a bûyî hedefa êrişa nijadperestan jî wiha got:

 

NIJADPERESTIYA LI SAKARYA LI MÊRDÎNÊ DIDOME

DOR LI GUNDÊ KELEKÊ HAT GIRTIN Û GUNDÎ KETIN BER LÊPIRSÎNÊ

 

Li aliyê din nijadperestiya li Sakaryayê li gundên wan jî dewam kir.

Hêzên dagirkeriya Tirk ji nişka ve di bin navê “covîd-19′ de dor li gundê Kelekê girtin.

Çûnûhatina gund û gundikên bi ser ve ji aliyê hêzên dagirker ve hat girtin.

Hêzên dagirkeriyê nehiştin rojnamevan bikevin gund.

Her wiha gundiyên bûyîn hedefa êrişê ketin ber lêpirsîna dagirkeriya Tirk.

Li aliyê din Alîkara Hevserokên HDPê Şaziye Kose jî li ser navê partiya xwe li ber navenda giştî ya li Enqerê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, wê HDP dev ji vê bûyerê bernede heta dawî bişopîne.

Parlementerê HDPê Huseyîn Kaçmaz jî bi pêşniyarpirsekê mijar bir rojeva meclîsê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv