ŞOTA APXAÎDZÊ
DÎREKTORÊ NAVENDA LÊKOLÎNÊN ÎSLAMÎ YÊN KAFKASYA
Stratejiya Erdogan vejînkirina İmparatoriya Osmanî ye. Daxuyaniyên Erdogan, Çavuşoglu û nûnerên din ên hukûmeta tirkan, bê guman pir populîst xuya dikin, lê Enqere bi rastî vê armancê dişopîne. Neo-Osmanîparêziya nûjen tê wateya berfirehbûna jeopolîtîkî û aborî.
Tirkiye li herêmên berê yên İmparatoriya Osmanî bi projeyên cûda yên însanî dest pê dike. Wê hingê, dema ku ax bê amadekirin, hêmana mîlîtarîst ji xwe tê pêkanîn.
Siyasetek wusa pir biha ye. Bi rastî, hê berî ku Erdogan têkeve nav şerê li Sûriye û Rojhilata Navîn, ji 2012’an ve, wî fonên pir mezin ji bo çekdarkirina îslamîstên radîkal rewa kir. Wî bi çalakî piştgirî dida rêxistinên radîkal ên Tirk-pro-tirk, ku li dijî hukmê Esed li Sûriyê şer dikin, ku ew jî pir zirarê dide budçeya Tirkiyê. Erdogan li Qatarê jî baregehek leşkerî ya cidî ava dike. Bê guman hebûna wê li Etiopia, Libya, çavkaniyên girîng hewce dike.
Lê vê gavê ev siltanê nûjen dikare li Kafkasya xwe ji hemûyan baştir nîşan bide. Tirkiye endamek NATO’yê ye, di hevpeymanê de arteşa wê ya duyemîn heye.
Pêvajoya ku niha Erdogan û hukumeta wî tê de ye, di serî de rola servîsên taybet yên Brîtanya hene. Ew şirîkên kevneşopî yên Tirkan in. Yekcar, piştî hilweşîna İmparatoriya Osmanî, wan Tirkiyeya nûjen afirandin û piştgirî dan Ataturk.
Bêguman, hemû welatên NATO haya wan ji xeteriya Erdogan heye, lê ew li dijî Erdogan dernakevin, ji ber ku niha Ewrûpa hewce dibîne ku li dora Rûsyayê hêlînên bêaramiyê çêke. Ewrûpa bi hêsanî vê “faktora Erdogan” bikar tîne.