Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nirxandina Rêber Apo ya li ser Başûr: Gelek karê PKK’ê li Başûrê Kurdistanê-heye 02.02.2021

 

NIRXANDINA RÊBER APO YA LI SER BAŞÛR
“GELEK KARÊ PKK’Ê LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEYE”

Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re êdî veguheriye êrişeke vekirî ya li dijî hebûn û azadiya gelê kurd.

Heyeta rejîma tirk a ku di meha çileyê de serdana Hewlêrê kir jî yek ji îspata vê hevkariya qirêje.

Wezîrê tirk ê ji rêvebirê şerê li dijî kurdan Hulusî Akar jî ev yek eşkere got ku wan bi PDK’ê re li ser şerê li dijî PKK’ê yanî kurdên azad li hev kiriye.

Hevserokê Konseya Rêvebera a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya taybet a televîzyona me de ku 29’ê çileyê hat weşandin balê kuşand ser bê hevkariya qirêj.

Beriya 25 salan, di 1995’an de Rêber Apo der barê PDK’ê û rêveberiya Başûr de nirxandinên gelekî hêja kirine.

Ev nirxandin di hejmara meha kanûna 2020’an a rojnama Serxwebûnê de jî hat weşandin.

Rêber Apo dibêje:

Dibêjin “Çi karê PKK’ê li Başûr heye?” Gelek karê PKK’ê li Başûr heye, wezîfeyên wê yên ku divê teqez bine cih hene.

Ya yekemîn; Beriya her tiştî divê -rêveberiya Başûr- destê xwe ji komploya li dijî Bakurê Kurdistanê bikşîne.

Ya duyemîn; ji ber ku bi awayekî neheq bi darê zorê ji hev hatine veqetandin, ji egera welatparêziyê û demokratiyê, pêdivî bi yekitiya gelê bakur û başûrê welat heye; pêdivî heye ku rêxistinên her du beşê welat werin gel hev.

Pêdivî pê heye ku ev her du beş bi destek û piştevaniya hev şerekî hevpar bimeşînin.
Ji ber vê yekê jî heqê wan heye ew li Bakur bin û heqê me jî heye em li Başûr bin. Ev hem heq e hem jî pêdivî ye.

Dîsa Rêber Apo îşaret bi rewşa ku rêveberiya Başûr tê de ye jî hêj di sala 1995’an de wiha analîz kiriye;

Li Başûrê Kurdistanê bi milyonan ciwan bêkar û betal in. Lê ji wan dengek dernakeve. Bi tenê ew dibêjin ji bo jiyaneke ketî ji me re pere lazim e.

Ji bo ku jiyaneke paşketî ya malbatî bi rêxistin bikin lavayê ji Tirkiyê dikin, lavayê ji emperyalîstan dikin, wisa dewam bike wê sibê biçin ber derê rejîma Iraqê jî û lavayê ji wan jî bikin. Piştre jî wê bibêjin; “werin em vê jiyanê xilas bikin.

Yekitiya gel. yekitiya siyasî hêzeke mezin e. Ez dibêjin, heke gelê me yê bi milyonan e bi awayekî siyasî yekitiya wan çêbe û artêşa gel were avakirin, gelê Başûr bi serê xwe wê ji bo Rojhilata Navîn bibe keleha şoreşê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv