Heverokê CÎK’ê Hafiz Turhali wateya cejna Qurbanê nirxand.
Turhali ji bo pîrozkirina cejnê bigihêje armanca xwe, divê misilmanên rast, baş û durist alîkariya feqîr û xizanan bikin. Turhali nêzîkatiya rêveberiya Tirk li hemberî cejnê jî rexne kir û got: Rêveberiya Tirk îslamiyetê îstismar dike. Di cejnê de çûyina êrişkirina gorê, dijberiya îslamiyetê ye.
Turhali li ser birîna qurbanê jî axivî û got: Ya baş ewe mirov qurbanê bigihîne kesên pêwendîdar. Me bi xwe pere şand welat û li wir da birîn.