Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

Nirxandinên Rêber APO li ser têkoşîna azdiyê jinê

 

Çawa: kolekirina jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê.

Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya zayendparêz şerekî domdar û dijber hewce dike.

Bi boneya 25’ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê me nirxandinên Rêber Apo derbarê jinê de berhev kiriye.

Dixwazin wan nêrinan bi we re parve bikin.

RÊBER ABDULLAH OCALAN: “ÇANDA JINBÛN Û MÊRBÛNÊ PIR XETER E”

Rêber Abdullah Ocalan di gelek nirxandin û hevdîtinên xwe çanda baviksalarî ya xwe dispêre 5 hezar sal ku heta roja me ya îro jî didome şîrove kiriye.

Derbarê çanda Jinbûn û mêrbûnê rêber Abdullah Ocalan di şîroveyek xwe de wiha dibêje:

Divê jin pirsgirêka xwe fêm bike û çareser bike. Hûn ê di haya zayenda xwe de bin. Ez dibêjim jina azad, lê weke azadiya zayendî berovajî dikin…

RÊBER ABDULLAH OCALAN; “PÊDIVÎ BI ŞOREŞA JINÊ HEYE”!

Rêber Abdullah Ocalan Mijara ‘Şoreşa Jinê’ wiha pênase dike.

Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin e. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê.

Şoreşa jinê divê hem teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsperest şerekî dewamî û dijber hewce dike.

Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zîhniyeta destavêtin û tecawizkar a bîst û çar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin.

Ji bo şoreşa jinê, divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin. Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin…

Li dijî êrişên Mêr-Dewletê divê çawa parastin bê pêşxistin jî rêber Abdullah Ocalan wiha rave dike:

Parastina rewa tenê ji bo jinê nîne, ji bo her kesî derbasdar e. Divê jin bikaribin parastina xwe bikin. Ez dibêjim teoriya gulê. Ez li ser gulê hizirîm. Gul, ji bo ku xwe biparêze sitiriyan derdixe. Parastina cewherî ya gulê û ya nebatekê jî heye.

Ji bo parastina cewherî mirov tenê li xwezayê binêre bes e. Ma bi qasî gulekê jî mafê me ya xwe parastina cewherî tune ye? Darek jî tehtan diqilişîne û koka xwe derdixe û dikare xwe bide jiyîn. Ma em nikarin bi qasî vê jî bibin?

Dizewicin, her roj dest diavêjin we. Zilam bixwaze dikare di rojekê de jinê xilas bike. Divê bi dîtina van re têkoşîna xwe ya azadiyê kûr bikin. Asta wan a kûrbûnê, lêhûrbûnên wan baş in. Lê ya girîng e van tiştên ku difikirin di jiyana xwe de jîndar bikin. Dema ku van tiştên dibêjin jîndar bikin wê di rêya têkoşîna azadiyê de pêş ve biçin.”

RÊBER ABDULLAH OCALAN : “SEDSALA 21. WÊ BIBE SEDSALA JINÊ”

Rêber Abdullah Ocalan di dabû xuyakirin ku: “Tevgera jinê tevgereke sedsala 21’emîn e. Sedsala 19an çawa bi mohra tevgera karkeran e, sedsala 21’ê jî dê ji bo tevgera jinê wisa be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv