Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nivîskar Îbrahîm Celal: PDK’ê daxwaz kiriye parlamento biryara şerê dijî PKK’ê bide 08.11.2020

 

Nivîskar û Endamê Berê yê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal diyar kir ku PDK dixwaze bi rêya parlamentoyê rewatiyê bi şerê dijî PKK’ê bide, lê YNK vê yekê napejirîne. Her wiha da zanîn YNK’ê ji PDK’ê re gotiye ku hêza di vî şerî de herî zêde zirarê bibîne PDK bi xwe ye, ji berku pêşmerge naxwazin şer bikin. Îbrahîm Celal got, Mesûd Barzanî di jiyana xwe de ti demê nekariye bibe xwedî stratejiyek diyarker.

Nivîskar û Endamê Berê yê Meclîsa Navendî ya YNK’ê Îbrahîm Celal têkildarî aloziya dema dawî li Herêma Kurdistanê heyî, siyaseta PDK’ê ya ji bo hewldana şerê navxweyî û helwesta YNK’ê ya li ser van aloziyan bersiva pirsên Rojnews’ê da.

‘Demek dirêje PDK amadekariyan ji bo şerê PKK’ê dike’

– Hun peyama Mesûd Barzanî ya herî dawî çawan dinirxînin ku gelek alî û çavdêr vê peyamê wek îlankirina şer bi nav dikin?

Ev demek dirêje PDK amadekariyan dike ji bo şer li gel PKK’ê bike. Lê ji ber ku hinek pirsgirêkên din li pêş hebûn nedikarî vê yekê eşkere bike. Yek ji pirsgirêkan jî kêmaniya hêza çekdarî bû li wê deverê. Dewleta Tirk jî hatiye li wê herêmê bi kûrahiya zêdetirî 40 kîlometran dagirkiriye. PDK’ê destpêkê nedixwest êriş bide destpêkirin, ji berku dizanî hêza wê têrê nake PKK’ê ji wê herêmê derxe. Ji bona wê li benda lihevkirina li gel Iraqê bû, daku bikarin bihevre Şengalê têxin jêr desthilata xwe. Ger Şengal were kontrolkirin wê xeta ji Şengalê ta digihe devera Barzan û Qendîlê kontrolkirina wê mîsoger bike.

Li gorî min PDK raziye ku Kerkûkê jî radestî Tirkiye bike tenê ji bo peywendiyên wê li gel Tirkiye de qût nebin. PDK’ê name ji YNK’ê re şandiye û baweriya wî bi wê yekê heye ku wê bikare du îdareyî avake. Lê bi mercê ku dahatên li herêmên YNK’ê û PDK’ê bi awayek hevpar werin dabeşkirin. Lê YNK’ê vê yekê red kiriye.

‘PDK dixwaze li gel Tirkiye êriş bike ser PKK’ê’

– Ev name nû ye?

Belê YNK daxwaza îdareya ne navendî dike, daxwaza îdareyek wisan dike ku di warê aborî de jî parêzgeh ne navendî bin. Niha jî PDK dixwaze li gel dewleta Tirk êriş bike ser PKK’ê û gerîla ji herêmê dûr bixe. Lê ez di wê baweriyê de me wê PDK bisernekeve.

– Ezmûnek me ya zêde li gel şerê navxwe de heye, li gorî we wê şer pirsgirêkan çareser bike?

Şerê navxweyî ji malwêraniyê zêdetir ti encamek din bi xwere nayine. Wê malwêraniyê hem ji bo Bakur hem jî Başûr çêke.

‘PDK di cihê Tirkiye de şerê PKK’ê dike’

– Wê demê çima PDK li ber giftugoyê nayê? PKK daxwaza giftugoyê kir, lê Barzanî bi peyama xwe îlana şer da?

PDK’ê xwest bi vê peyamê PKK’ê ji rewşa heyî berpirsyar nîşande. Lê baş tê zanîn ku ev şer PDK li dijî PKK’ê dike. PDK vî şerî jî di cihê Tirkiye de li gel PKK’ê dike. Li gorî min lidarxistina vî şerî ji bo Mesûd Barzanî asayiye. Ji berku di 31’ê Tebaxê de jî rejima Baas anî Hewlêrê û kilîla parlamentoyê radestî wê kir. Vê carê jî pilana wê yekê daniye ku rêveberiyek du îdareyî ava ke û wan deverên di jêr destê wê de hene wek wîlayetek radestî Tirkiye bike û ew bi xwejî bibe serokê wê wîlayetê. Ev pilan jî ne tenê ji bo deverên sinorî ye. Musil jî digre nava xwe, ji berku di bingeh de Musil yek ji wîlayetên Osmaniyan bû.

– Yanî PDK bûye parçeyek ji pilanên dagirkerên Kurdistanê?

Bê guman ger ev êriş biserkevin û welatên Ewropî û Erebî li dijî wê dernekevin, wê piştî du salên din ev pilanên dewleta Tirk bigihin encamê.

‘Barzanî keseke ku di jiyana xwe de nekariye bibe xwedî stratejiyek diyar’

– Mesûd Barzanî di peyama xwe de gotibû, PKK’ê di dema şerê DAIŞ’ê de hinek deverên sinorî bi karanîna hêzê, dagirkiriye. Lê di dema şerê DAIŞ’ê gerîla ji Celewla ta digihe Şengalê şer kir û Herêma Kurdistanê parast, Barzanî bixwe jî çû Mexmûrê sipasiya gerîla kir. Çima Barzanî xwedî helwestek wisane?

Min jî xwest ez werim ser vê mijarê, Mesûd Barzanî keseke ku nekariye di jiyana xwe de bibe xwedî stratejiyek diyarker. Tevayî jiyana xwe bi taktîkan ve derbaskiriye. Barzanî li aliyek diçe Mexmûrê sipasiya gerîla dike, heman Barzanî niha jî dibêje PKK ev herêm dagirkirine û çima naçin welatê xwe. Ez dipirsim, ger Başûrê Kurdistanê ji bo PKK’ê herame, çima deverên taybet ji bo hizba PDK’ê diyar dike?

‘YNK’ê ji PDK’ê re gotiye ev şer wê ziyanê bigihîne PDK’ê’

– Ger şer derkeve, wê YNK bibe beşek ji şer?

Nexêr YNK hewil dide PDK’ê ji şerê Kurd bi Kurd dûrbixe. Wê YNK nebe beşek ji vî şerî, YNK li dijî vî şerî ye. YNK’ê ji PDK’ê re gotiye ku ev şer wê ziyanê bigihîne PDK’ê bixwe.

‘PDK’ê daxwaz kiriye bi rêya parlamentoyê rewatiyê bi şerê li gel PKK’ê bide’

– PDK’ê ji bo vî şerî daxwaza alîkariyê ji YNK’ê nekiriye?

Belê PDK’ê daxwaz kiriye ku parlamento li ser vê mijarê bicive û biryara şerê li dijî PKK’ê bide. Yanî dixwaze bi rêya parlamentoyê rewatiyê bi şer bide. Lê ta niha YNK’ê vê daxwazê red kiriye.

‘Pêşmerge naxwaze şer bike’

– Lê PDK’ê hêz şandiye deverên sinorî, bi navê hêza pêşmerge dixwaze vî şerî bike?

Biborin, ev ne hêzên pêşmerge ne, dixwazim were zanîn ku hêza pêşmerge neçûye van cihan. Bi neçarî hêza xwe ya taybet birine. Pêşmerge naxwaze tevli vî şerî bibe. Ne li Şengalê ne jî li Behdînan naxwaze şer bike. Hêzên PDK’ê ji van hemû deveran bi taybetî Şengalê bi îradeya xwe vekişan û ji bo PKK’ê hiştin.

‘Xelkê Şengalê li dijî PDK’ê ye’

– Li gorî we xelkê Şengalê ji vê sîstema ku niha li Şengalê heye raziye, yan jî ji sîstema ku berê PDK’ê birêve dibir razî ye?

Xelkê Şengalê li dijî PDK’ê ye, xelkê Şengalê napejirîne hêza ku niha li Şengalê hatiye avakirin were derxistin û di şûna wê de hêza PDK’ê bicih bibe. Ji berku dibêjin hem Hikûmeta Iraqê hem jî PDK’ê ew firotin DAIŞ’ê. Rastiya vê yekê jî heye, ji berku ev kar bi lihevkirinek gelek veşartî ya navbera PDK’ê û DAIŞ’ê pêkhat.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv