Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nivîskarê Elman Peter Schaber: ‘Ji bo Rojhilata Navîn çareseriya herî baş Ocalan e’ 14.11.2020

Nivîskarê Elman Peter Schaber ê ji bo kesên ku xwestin cîhana ramanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fêm bikin, pirtûkek amade kir got: “Tirsîna desthilatdaran a ji Ocalan tiştekî baş e.”

Pirtûka Rojnamevan-nivîskarê Elman Peter Schaber a bi navê ‘Ketina modernîteya kapitalîst: famkirina felsefeya siyaseta Abdullah Ocalan’ e rojên borî gihişte ber destê xwendekaran.

Pirtûka ku ji weşanxaneya Unrast-Vergale (Weşanên Ûnrast) derket, yek ji pirtûka yekem a Elman ku xwedî wê taybetmendiyê ye ku cîhana raman û hizrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe digire ye.

Li Elmanya Schaber ê yek ji kesên ku cih li gel têkoşîn azadiya Gelê Kurd digire ye, vê pirtûkê bi rengekî yên bixwazin fêrî raman û dîsa hizrê Abdullah Ocalan mereq dikin weke destpêkekê ye.

Schaber ê li ser vê berhemê ji ANF’ê re axivî got: “Ji bo yên bi xwazin cîhana ramana Ocalan fêr bibin û fêm bikin, dikarin bi vê pirtûkê destpê bikin.”

Schaber destnîşan kir ku piştî şerê Kobanê û şûnde mirovên Elmanya hê zêdetir meraqa tevgera Kurd kirin û têkildarî çima pêwîstî pê hebû ku pirtûkek wiha binivîse jî ev nirxandin kir:

“Di serî de li Elmanya gelek derdorên navneteweyî dixwestin ku tevgera Kurd binasin. Mixabin pirtûkên têkildarî îdeolojiya vê tevgerê pir stûr bûn. Min jî ji bo yên bixwazin vê tevgera Kurd binasin û weke destpêkekê di vê çarçoveyê de ev pirtûk nivîsand.

Dema min lêkolîn kir ku min dît ku pirtûkeke ku ji bo yên nû bixwazin cîhana ramanê ya Abdullah Ocalan binasin bi zimanê Elmanî û Îngîlîzî hatine nivîsîn nebûn, li pêşberî vê rewşê pir matmayî mam. Hinek vê qebûl bikin an jî na, ev ne pir girîng e; lê Ocalan di roja me ya îro de di cîhana ramana çepgiriyê de yek ji kesên herî bibandor e. Li gorî gelek ramanzan û fîlozofan ramana cîhana wî li ser tewerekî fireh û pir alî hatiye avakirin.”

‘CÎHANA OCALAN ZELAL Û TÊ FAMKIRIN’

Schaber bal kişand ku xwegihandian ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hesan e û got: “Pir baş e ku ramanên wî zelal û tê famkirine, eger ku ramanek we hebe, tenê ji bo cîhana akademiyan bixî kelecanê pêwîst nîne ku mirov wê ji bo bide famkirin bi tevlîhev bike. Nexasim dema tu bixwazî wê bigihînî girseyên mezin ên felsefî û polîtîk divê zelal û baş bê famkirin formîle bike.

‘YÊN OCALAN ESÎR GIRTIN, XAPIYAN’

Peter Schaber da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî fikrê modernîteya kapitalîst e, dema ku mirov di vî alî de lê dinêre dibîne bê ka çima li girtîgehê ye, hê baştir fam dike ku di nava tecrîdê de ye û wiha domand: “Dewletên emperyal xwestin wî bixin nava çar dîwaran, bêdeng bikin.” Schaber bi van gotinan bal kişand ser pêvajoya esareta 15’ê Sibata 1999’an a komployê û diyar kir ku hêzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl girtin, hesabên şaş kirin û ev nirxandin kir: “Dewletên emperyal wer zanî ku Ocalan bê girtin û bixin zindanê wê partiya wî têk biçe û têkoşîn tine bibe. Îro piştî 20 salan û şûnde dema em lê dinêrin, bi tabloyeke din re rû bi rû ne. Tevgera ku lîderiya wê dike hem pir bandor e, hem jî Ocalan ê li girtîgehê teoriyên wî pir awayekî bibandor xwe nû kir. Dema em di warê kûrewî jî lê dinêrin, di asta cîhanê de gelek hêzên faşîst, lîberal û îslamî bi bandor in, hê jî hêzên sosyalîst/çep ên têkoşînê dikin di çavên serwerande, hê jî stirî ne. Divê di vî warî de em li hewldanên krîmînalîzekirina berhem û ramanên Ocalan binêrin.”

‘JI BO ROJHILATA NAVÎN ÇARESERIYA HERÎ BAŞ OCALAN E’

Schaber wiha domand: “Dewleta Elman li aliyekê pirtûkên Ocalan çap dike, bi qedexekirina weşanan krîmînalîze dike, li aliyê din jî di xwepêşandanan de rakirina posterên wî qedexe dike. Ev hemû nîşaneyên ku desthilat ji Ocalan ditirsine.

Rojhilata Navîn di navbera rejîm, çeteyên terorî yên Îslamî û desthilatên emperyalîst te xitimiye, di vê weateyê de çareseriya herî baş a ji pirsgirêkan rizgar bûn û derketin di projeya Ocalan pêşkêşkirî de veşartiye.” Li gorî Peter Schaber demokratîkbûna Rojhilata Navîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşbînî dike wê dawî li şerê etnîk û olî bîne.

Schaber anî ziman ku pêşniyarên Ocalan ji ramanên akademîsyenan hê zêdetir tiştan îfade dike û got: “Ji ber ku raman ketin meryetê, di vê wateyê de teorî û pratîk bi hev re tên birêvebirin; nexasim di avakirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ji sekretina Kurd, Ereb, Xiristiyan, Êzidî, mêr û jin bi hev re konsesusa bi hev re avakirî dibîne. Serketina vê projeyê di bin êrîşên artêşa Tirk û DAÎŞ’ê de hate îsbatkirin.”

Schaber bal kişand ser ramanên Ocalan a pêşiya mirov vedike û dîsa fikrên eniyên xitimî vedike û got: “Tevgera Kurd li çar welatên girîng ên li herêmê yên weke Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê aktîf e. Li van welatan gelek pirsgirêkên li benda çareseriyê mane hene. Eger ku ev welat bixwazin van pirsgirêkan çareser bike divê Ocalan berdin û bi nûnerên rewa yên gelê Kurd re li ser maseyê muzakereyê rûne. Azadiya wî wê bihêle ku rewşa xirab a diçe bide sekinandin. Lê dema em li vê dinêrin Tirkiye halê hazir ne li gel aştî, hiqûq û azadiya Ocalan e. Lê li Tirkiye şoreşek dikare wî ji girtîgehê bide azadkirin.”

Peter Schaber zêdetirî 15 sal in li orgazîsyonên çep ên Elman aktîf e. Schaber yek ji aktivîstên Elman ê bi Kurdistanê re di nava piştevaniyê de ye, gelek carî çûye Kurdistanê û çavdêriyên xwe bi rêya weşanên cihê yên çapemeniyê nivîsandiye. Schaber sala 2017’an çûye Rojava li wir cih di nava komên enternasyonalîst de cih girtiye.

Peter Schaber niha di kovara Lower Class a yek ji saziya çapemeniya navneteweyî ya kolektîf ku edîtoriya wê dike, 3 berehemên têkoşîna azadiya Kurdistanê vedibêje çêkiriye. Pirtûka ‘Li pişt bendan’ qala şerê bajaran a li Bakurê Kurdistanê, ‘Utopyaya Şênber’ çavdêriyên xwe yên li Rojava û herî dawî jî ‘Parastina Şaristaniya Demokratîk’ modela rêveberiya xweser girtiye dest.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv