Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG: Armanc ji êrişê dagirkirina herêmê bi awayekî dayimî bû 17.02.2021

 

TÊKŞIKESTINA DEWLETA TIRK LI GARÊ
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL ENCAMÊN ŞER EŞKERE KIRIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanc û hedefa bingehîn a êrişa li dijî Garê jî.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku hedefên cûda yên siyasî û leşkerî yên vê êrişa li dijî Garê ya bi destê rêjîma AKP-MHP-Ergenekonê hebûn.

Fermandariyê da zanîn, ku êrişa li dijî Garê di warî leşkerî de ji milê berfirehî û naverokê ve hin nûbûnan dihewîne.

Rêjîma faşîst a di rewşeke zor de bû, xwest bi vê tevgera xwe dispêre teknolojiya gelekî pêşketî, encamên siyasî bi dest bixe.

Ji vî alî ve hin rîsk dan ber çavên xwe û êriş pîlan kirin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
ARMANC JI ÊRIŞÊ DAGIRKIRINA HERÊMÊ BI AWAYEKÎ DAYÎMÎ BÛ

Artêşa Tirk di êrişên tevahiya 4 rojan de bicihbûna dayîmî ya li herêmê kir hedef û xwest êsîrên di destê me de jî bi dest bixe.

Tê fêmkirin, ku her çiqasî dizanîn nikarin bi saxî van êsîran bi dest bixin jî, berê xwe dane vê tevgera êrişê.

Teqeze, ku armanc ji vê êrişê ne rizgarkirina êsîran, kuştina wan e.

Heke cihên kiribûn hedef di qonaxa pêşî de dagirbikirana, wê li xelekeke stratejîk a li Garê bicihbûna.

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de hat destnîşankirin, ku Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî ji aliyê xwe ve ev êriş bi rengekî stratejîk nirxandin û di asta herî bilind de pîlan kirin.

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL:
GERÎLA BI DORGIRTINA LI HÊZÊN DAGIRKER LI SIYANÊ EW FELC KIRIN

Di daxuyaniya Fermandariyê de hat ragihandin, ku êriş bi agahdarî û piştgiriyeke heta astekê de ya wan hêzên li ser herêmê hakim in hatiye pîlankirin.

Xwestin bi vê yekê xwe bigihînin hedefa teqez.

Bi pêşengiya hevrê fermandarê leheng Şoreş Beytuşşebap, hêzên me yên gerîla bi awayekî tund bersiv dan û di gava pêşî de vê pîlanê derbeke giran xwar.

Tevahiya êrişên dewleta Tirk ên bi dehan balafirên bêmirov û biçek, zêdetirî 40 balafirên şer ji aliyê hêzên me yên li herêma Garê ve hatin pûçkirin.

Li noqteya ku şerekî dijwar lê hebû, gerîlayan derbên ciddî li dijmin dan.

Li qadeke ku ji aliyê gerîla ve xwedî dezavantaje, ti hêşînahî lê nîne, terzê nû yê şerê gerîla careke din bi ser ket.

Li gundê Siyanê, ku ji aliyê hêzên dagirker ve dor lê hatibû girtin, rê li ber belavbûna wan a li qadê hat girtin.

Li aliyê din jî bi dorgirtina wan, gerîla ew felc kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv