Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG fermandarê qada Dêrsimê Yilmaz Dêrsim bibîranî

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê fermandarê HPG’ê yê Eyaleta Dersimê Îsmaîl Surgeç bi nasnav Yilmaz Dersim bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, fermandar Yilmaz Dersim nemir e.

Em soz didin, ku em ê ala serketinê ya fermandarê me yê egîd radestî me kiriye, li asîmanan li ba bikin.

Wê heq be, ku malbata hêja ya fermandar Yilmaz û xelkê Dersimê bi van şehîdên xwe gelekî serbilind be.

ÎSMAÎL SURGEÇ – YILMAZ DERSIM
“FERMANDAR YILMAZ NEMIR E, WÊ EW ALA SERKETINÊ YA DAYÎ ME TIMÎ LI ASÎMANAN BE”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê fermandarê HPG’ê Îsmaîl Surgeç bi nasnav Yilmaz Dersim bibîranî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Hevalê me Yilmaz ê Fermandarê Eyaleta Dersimê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê li gel hevalekî xwe 10’ê Mijdarê li Geliyê Axvanos ê Dersimê di encama êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a qirker û dagirker de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de şehadeta fermandar Yilmaz û hevrêyê wî weke xelekek ji şehadetên dîroka têkoşînê hat pênasekirin:

Em ji malbata wî ya fedakar û xelkê Dersimê re sersaxiyê dixwazin.

Bila serê hêzên gerîla yên li çiyayên Dersimê bi biryardarî û lehengî li ber xwe didin û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Emê ala serketinê ya fermandarên xwe yê egîd li asîmanan li ba bixin û bibin şopînerên bîranînên wî.

Wê li diyarê Seyîd Rizayan esker û hevrêyên fermandar Yilmaz hesabê pêwîst ji dewleta Tirk a dagirker û qirker bipirsin.

Di daxuyaniyê fermandairya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de gotina “Bila dost û dijmin hemû bizanin; li bin her dareke Dersimê egîdek raketiye” ya Seyîd Riza hat bibîrxistin û hat gotin:

ÎSMAÎL SURGEÇ – YILMAZ DERSIM
“YILMAZÊN NEMIR WÊ ÇIYAYÊN DERSIMÊ LI DAGIRKERÎ Û QIRKERIYA TIRK BIKIN GORISTAN”

Wê neviyên wî Sara, Baran, Atakan, Jîndar, Çetîn, Zîn û Yilmaz û paşiyên wan dîroka berxwedanê ya Dersimê bi serketinê tacîdar bikin.

Wê hesabê pêwist ji mêtîngeriyê teqez bipirsin.

Di daxuyaniyê de şehîd Yilmaz weke fermandarekî canbexş ê Apocî hat binavkirin û hat gotin:

Ew lehengekî welê bû, ku piştî şehadeta 2 birayên xwe ji bo tolhildanê derkete rê.

Zarokekî egîd ê Dersimê, bû ku bi hêrseke şoreşgerî berê xwe da refên gerîla.

27 sal têkoşîna wî destaneke berxwedanê ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku şehîd Yilmaz li her devera Dersimê maye, li Erzîngan, Koçgirî û Derya Reş bi fedakariyeke mezin rabûye.

Di salên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de timî pêşniyara çalakiya fedayî dikir.

Salên dirêj li ser şopa Zîlanan fermandariya hêzên taybet kir.

Li Eyaleta Dersimê bi wezîfeyên cûda fermandarê me yê hêja Yilmaz, bi wêrekî, durûstî, fedakarî ti carî ji xeta şehîdan û Rêber Apo tawîz nedan.

Heqe ku malbata hêja û xelkê Dersimê yên ev zarokên bêhempa mezin kirine, gelekî serbilind bin.

Di dawiya daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel de wiha hat gotin:

Wê li Dersimê Yilmaz zêde bibin.

Her gerîlayê li Dersimê wê bibe Yilmazek.

Wê çiyayên Dersimê ji dagirkerî û qirkeriya Tirk re bibin goristan.

Wê di meşa Kurdistan û Rêbertiya Azad de Yilmazên fermandar timî bijîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv