Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG: Xeta fedayi ya gerîlayên Kurdistanê wê qeydên komployê parçe bike 14.02.2021

 

SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ
NPG: XETA FEDAÎ YA GERÎLLAYÊN KURDISTANÊ WÊ QEYDÊN KOMPLOYÊ PERÇE BIKE

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel têkildarî salvegera komploya 15’ê Sibatê ev peyam da:

Komplo gelek berfireh bû, di van 22 salan de tam nehişt armanca xwe lê hê jî bi dawî nebûye.

Yek ji hedefên esasî yên Koployê tinekirina nasnama Kurd e.

Têkildarî salvegera 22’an a Komploya 15’ê Sibatê, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel daxuyaniyek da..

Fermandariyê şehîdên pêngava “hun nikarin roja me tarî bikin” bi bîr anî û wiha got:

Ji komkujiya ku 15’ê Sibata 1925’an li dijî Şêx Seîdan hate kirin û heta komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêber Apo, gelê Kurd her bi siyasetên qirkirinê re rû bi rû ma.

Dema mirov li rastiya komploya 15’ê Sibata 1999’an temaşe dike dibîne ku ji aliyê armanc û telîbûna hêzên navneteweyî xwedî taybetmendiyeke cûda bû.

Komplo, êrişa tunekirina gelê Kurd bû. Hemû komkujî, zilm û tevgerên qirkirinê yên beriya niha li pey xwe hişt. Ji ber vê yekê 15’ê Sibatê ji aliyê gelê Kurd ve weke “Roja Reş” hate binavkirin.

Fermandariyê ragihand ku di encama pêşdîtinên Rêber Apo de, hêzên komploger mîna dixwestin negihiştin armancên xwe û wiha dewam kir:

Rêberê me bi sebreke mezin û bi berxwedaneke bêhempa, bi têkoşîna li ser xeta lehengiyê ya tevger û gelê me, ev komplo hate pûçkirin.

Ne tenê ev, her wiha Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya 22 salan xwe ji her alî ve mezin kir, gelê me destketiyên hêja bi dest xist.

Hêzên komploger yek bi yek têk çûn û tevgera Apoyî bandor li tevahiya gelên azadîxwaz kir.

Şerê gel ê şorşgerî ji aliyê stratejîk û taktîkî ve xwe nû kir, bi performansa xwe ya hemdemî gihîşt asteke girîng. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kîn û hêrsa xwe ya li dijî komploya 15’ê Sibatê, berxwedaneke mezin nîşan dan.

Fermandariyê ragihand ku li gel encama têkoşîna 22 salên derbasbûyî jî, komplo hê bi temamî hatiye têkbirin û wiha got:

Hêzên komploger hê jî li pey armanca qirkirina gelê Kurd in. Ev hêz tevî piştevanên xwe di her firsendê de bi rê û rêbazên cuda êrişê gelê Kurd û nirxên xwe dikin.

Çawa ku di nava 22 salên derbasbûyî de me bi her awayî li ber xwe da, di 23 saliya komployê de wê ev têkoşîna me bi pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ wê serkeftinê bidest bixe.

Gerîlayên Azadiyê li çar aliyên Kurdistanê wê bibin pêşengê pêngavê.

Bi vê îdîa û biryardariyê, di sala 23’an a komployê de em ê xeta Şerê Gel ê Şoreşgerî hîn bi şarezayî bi cih bînin, komployê û zexta qirkirinê ya li ser gelê Kurd parçe bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Ap misoger bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv