Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Zindî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

NPG: Şehîdên me azadiyê çavkaniya bingehîn a têkoşîna me ne

 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bi wesîleya Roja Şehîdan, di şexsê şehîdên 18″ê gulanê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Fermandariyê diyar kir, ku şehîd hêza çavkaniya bingehîn ya têkoşîna wane û her şehîd jî, sedema pêngaveke

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi wesîleya Roja Şehîdan 18’ê gulanê daxuyaniyek da û diyar kir ku di têkoşîna PKK’ê de yên herî zêde xwedî ked şehîdên qehreman in û şehîdên azadiyê bûne çavkaniya bingehîn a hêza PKK’ê.

Fermandariyê bi bîr xist ku şehîdê wan yê yekemîn, şoreşgerê enternasyonalîst Hakî Karer di 18’ê gulana 1977’an de li Dîlokê şehîd bû û wiha got: Tevgera me wekî pêwistiya bîranîna wî veguherî partiya PKK’ê. Bi têkoşîna li ser wê bingehê, PKK veguherî partiya şehîdan.

Fermandariyê anî ziman ku ew her şehîdî wekî sedema pêngavekê dibînin û wiha got:

Ev pêngava bi şoreşgerê mezin Hakî Karer ku Rêber Apo digot “wekî rihê min ê veşartî bû” dest pê kir, bi berxwedana Hîlwan û Siwêreg, berxwedana zindanan a 1982’an, pêngava gerîla ya 15’ê tebaxê, serhildanên gel ên 1990’î, pêşxistina şoreşa jinê mezin bû. Partiya me, ji ber Şehadeta fermandarê me yê yekemîn Mehmet Karasungur, şoreşgerên Tevgera azadiya Kurd û Tirkiyê 18’ê gulanê wekî roja şehîdan û ev meh jî wekî meha şehîdan ragihand.

Fermandariyê anî ziman ku ew meha gulanê tenê wekî meha şehîdan nabînin, di heman demê de wekî meha nirxandin û pêşxistina têkoşînê dinirxînin û got: Em wekî şopdarên xeta fedaî ya şehîdan, bi wesîleya roja şehîdan careke din soza pêkanîna xeyalên wan didin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel pêngava “tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” jî wekî pêngava pêkanîna daxwaza şehîdan nirxand û got: Emê biryardariya xwe ya Rêberê azad û Kurdistana Azad bi serkeftinê tacîdar bikin û emê xeyalên şehîdan pêk bînin.

Ev jî hatin dîtin

Meral Daniş Beştaş: Li dijî qanûna AKP ya zewaca tecawizkaran emê xebateke berfireh pêş bixin

Stêrk Tv

Qanûna AKP a tecwazkraên zarokên xelat dike

Stêrk Tv

Tirkiyê av weke çek li dijî welatên derdor bikar tîne

Stêrk Tv

Di 30 salî de CPT herî zêde li Tirkiyê lêkolîn pêk aniye

Stêrk Tv

Fermandara YJA-Starê gerîlaya 27 sal Zîn Avesta li Dêrsimê şehîd bû

Stêrk Tv

Tirkiyê yek ji welatên cîhanê yên herî zêde lê mafên zarokan tên bin pêkirin

Stêrk Tv
× Me agahdar bikin!