NÛNERÊ PJAK’Ê AMAD ŞAHO REWŞA LI ÎRANÊ NIRXAND
‘REJIMA ÎRANÊ TEMENÊ XWE TIJE KIRIYE, ÇARESERÎ SÎSTEMA KONFEDERALÎZ ME’
Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amad Şaho derbare rewşa siyasî û civakî ya li Iranê de bersiv da pirsên Rojnews’ê.
Amad Şaho pêşi bersiv da pirsa derbarê pêkanina cezayê idamê de û got;
“Darvekirin rêbazeke hovane û kevn e. Rejîma Îranê ev 40 sal in ji bo tirsandin, teslîmgirtin û çewisandina gelan vê rêbaza hovane pêk tîne. Gelên Iranê alîgirên sistemeke demokratik in. Xuya ye ku rêbaza darvekirinê nikare pêşî li gel bigire. Rejima Îranê temenê xwe tije kiriye û gel ji bo şoreşeke nu amade ye.”
Amad Şaho da xuya kirin ku îro li Iranê 3 prensibên bingehin yên mirovahiyê weke “demokrasî, jîngehparêzî û azadiya jinê” di krîzê de ne û weke çareserî jî ‘sistema Konfederalîzima demokratik” pêşniyaz kir.
Amad Şaho bibirxist ku xwediyê vê projeyê rêber Apo ye û ji bo pêşerojeke aram ku tê de hemû gel karibin bi hev re bijîn, ji gelên Îranê xwest piştgirî bidin vê projeyê.
NÛNERÊ PJAK’Ê AMAD ŞAHO: ‘EM JI AMERÎKAYÊ ÇEKAN NAGIRIN’
‘PJAK XWEDÎ XETA SÊYEMÎN E Û HEMÛ HÊZA XWE JI GEL DIGIRE’
Derheqê îddiaya Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Mecîd Text de ku gotibû Emerîka çekan dide PJAK’ê, Amad Şaho wiha bersiva da:
‘Ev iddia ji rastiyê dûr in. PJAK di tekoşîna xwe de xeta sêyemîn diparêze. Ji derve alîkarî nagire. Îrade û baweriya xwe ya cewherî bi ti dewlet û aliyek derve ve girê nedaye. Em alîkariyê tenê ji gelê Kurd û gelên azadîxwaz digirin.
Amad Şaho derheqê kaosa li Rojhilata Navin de jî got hêzên cihanî yên xwedî sîstema kapitalîst naxwazin li heremê pirsgirêk çareser bin û tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêber Apo jî weke perçeyeke projeya van hêzan pênase kir.