Nûnerê Taybet ê Emerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey îstîfa kir.
Jeffrey ragihand ku îstîfaya xwe daye.
Jeffrey got di hilbijartinên DYE’yê de kî jî bi ser bikeve divê polîtîkayên DYE’yê yên li Sûriyê bidome. Tê payin ku alîkarê Jeffrey Joel Raybûrn were şûna wî.
Jeffrey Sefîrtiya Emerîkayê ya Enqerê kiribû û berevajî Brett McGurk ku Jeffrey hatibû şûna wî nêzî polîtîkayên AKP’ê yên derbarê Sûriyê bû.