Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûnerên partî û saziyan: Divê tecrîd bi dawî bibe, Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe 05.11.2020

 

NÛNERÊN PARTI Û SAZIYAN:
DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE RÊBER APO BI AWAYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BIBE

Rêber Apo 21 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin.

Li dijî tecrîdê KCD, Tevgera Jina Azad TJA, DBP û HDP’ê li Amedê bi dirûşmeya “Em yekîtiyê ava bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin” kampanyayek dan destpêkirin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Stenbolê destek dan kampanyayê.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi bal kişand ser giringiya kampanyayê û got:

Bi xwedîderketina li kampanyayê wê tecrîd bê şikênandin û wê rê li ber demokrasiyê were vekirin.

Sûbaşi destnîşan kir ku tecrîd tenê ne pirsgirêka gelê kurd e û xwest pêkhateyên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn jî tevli kampanyayê bibin.

Hevserokê TÛHAYDER’ê Husnu Taş jî got:

Tecrîda li ser Ocalan, înkarkirina gelê kurd e û ji bo gelên Tirkiyê jî zext û faşîzm e û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî polîtîkaya şer û dagirkirinê ye.

Rêvebirê HDP’a Stenbolê Atîlla Ozdemîr jî anî ziman ku tecrîd şer girantir dike û got:

Azadiya birêz Ocalan, tê wateya bidawîbûna şer û sekinandina xwîna li Rojhilata Navîn.

Ji bo aştî û demokrasiyê divê birêz Ocalan azad bibe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv