Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûnerên rêxistinên civakî li Swêdê azadiya girtiyên siyasî yên li Îranê xwestin

 

Nûnerê rêxistinên civakî yên li Swêdê ji bo ku Zeynep Celaliyan, Nasrîn Sotoûdeh û Zara Mihemed serbest were berdan, bang li hikumeta Swêdê kirin ku bila têkeve nav hewldanan.

Parlementera Sosyalîst Amîneh Kakabaveh bi sê pirsnameyan zext û êrîşên li ser çalakgerên jin ên di girtîgeha Îranê xist rojeva Parlementoya Swêdê. Kakabaveh bang li Wezîra Karê Derve Ann Lînde kir ku ji bo jinên girtî serbest werin berdan û darvekirinên li Îranê were sekinandin, bila di nav Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî dest bi hewldanan bikin.

Serokê Tora Têkiliya Di Navbera Jinan de Leîla Qaraes û serokê berê yê Sendîkaya Nivîskarên Îranê û PEN’a Îranê Swêd û Yekîtiya Ewropayê di serî de bang li hemû sazî û dezgehên navneteweyî kir ku bila li hemberî zext û êrîşên li ser gelê Îranê bêdeng nemîne. Kakabaveh diyar kir ku mamosteya Kurdî Zara Mihemed ji ber ku Kurdî hînî zarokan dikir 10 salan ceza lê hatiye birîn. Kakabaveh diyar kir ku li gorî qanûnên Îranê dersdayina bi Kurdî ne qedexe ye. Kakabaveh diyar kir ku Mihemed di girtîgehê de bi koronavîrusê ketiye û li ser çalakgerên din jî fikar hene ku ew jî bi koronavîrusê bikevin.

BILA WEZÎRÊ KARÊ DERVE TÊKEVE NAV HEWLDANAN

Kakabaveh diyar kir ku Zeynep Celaliyan jî 13 sal in di zindanên Îranê de ye, di van 13 salan de gelek zext û êşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk hatiye kirin û çavê wê qels bûne. Kakabaveh bang li Wezîra Karê Derve Ann Lînde kir ku ji bo Zeynep Celaliyan, Nasrîn Sotoûdeh, Zara Mihemed û çalakgerên din ên ji werin berdan bila di nav Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî de dest bi hewldanan bikina.

PIŞTÎ KORONAYÊ ŞÎDDET ZÊDE BÛ

Serokê berê yê PEN’a Îranê û Sendîkaya Nivîskarên Îranê Rahman Rahmanî jî diyar kir ku daxuyaniyên rejîma Îranê yên derbarê koronayê ne rast e û di demên dawîn de li ser jinan zextên mezin hene. Rahmanî got ku, “Ji ber koronayê dema ku jin û zarok li mal ma, şîddeta li ser jin û zarokan jî zêde dibe. Di meheke dawîn de sê zarokên biçûk ji aliyê dê û bavê xwe hatin qetilkirin. Pirsgirêkên ji ber debar û şewbê rê li ber şîddeta di nav malê de vekir.”

Rahmanî diyar kir ku di nava meheke dawîn de 50 kes hatine daliqandin û zextên li ser karker û jinan ji demên berê zêdetir bûye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv