Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûnerên rêxistinên sivîl: Bila tecrîd rabe, pêşiya birêz Ocalan vebe 15.01.2021

 

NUNERÊN RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL:
BILA TECRÎD RABE, PÊŞIYA BIRÊZ OCALAN VEBE

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz bal kişand ser girîngiya rola Rêber Apo û got: Tecrîda li Îmraliyê û nêzîkatiyên li dijî birêz Ocalan, ji hemû aliyan bandor li pêşeroja Tirkiyê dike.

Tahmaz ji bo rakirina tecrîdê û aştiya civakî berpirsyariya partiyên mûxalefetê destnîşan kir û got: Divê partiyên mûxalef bi berpirsyar tevbigerin. Xwedî nexşeya rê ya çareseriyê bin. Rakirina tecrîdê jî û dawîkirina greva birçîbûnê jî, di bin berpirsyariya wan de ye.

Berdevkê Hewldana nifşa 78’an Celalettîn Can jî, tecrîda li Îmraliyê, wekî cezaya di nava cezayê de nirxand û got: Divê ev ceza dawî bibe. Ji bo aştiya Tirkiyê, pêşiya birêz Ocalan were vekirin.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi îş a DÎSK’ê Ozgur Karabulut jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê belavî tevahiya girtîgehan û civakê bûye û got: Dixwazin civakê bê nefes bihêlin. Divê em hemû, ji bo guhertina vê rewşê, bi berpirsyar tevbigerin.

Serokê Sendîkaya Lîmter Îş a Dîskê Kanber Saygili jî anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê berpirsyarî dikeve ser milê tevahiya hêzên demokratîk.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Erenk Keskîn jî bi bîr xist ku tecrîd li dijî hiqûqa hundur û derveye û dij-derketina wê berpirsyariya mirovî ye.

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk bal kişand ser tecrîd û binpêkirinên li girtîgehan jî û got, divê daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih were, tecrîd rabe û muzakereyên ji bo çareseriyê dest pê bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv