Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nûnerên sazî û partiyên siyasî: Pêngava KCK`ê ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê ye 28.09.2020

 

Nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştgirî dan pêngava KCK’ê û gotin: “Heya gihiştina armancê emê piştevaniya banga KCK’ê bikin. Pêngava KCK’ê ji bo şikandina dagirkerî û azadiya Kurdistanê ye, bi taybet ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê ye.”

KCK’ê di 12’ê Îlonê de pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ da destpêkirin. Her ku diçe li seranserê her çar parçeyên Kurdistan û Ewrupayê piştgiriya ji bo pêngavê berfireh dibe. Li ser vê mijarê nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji Rojnews re axivîn.

Serokê Borda Navnetewî ya Belgekirina Sucên Jenosîdên Gelê Kurd Mihemed Şîraz: Heya em digihin armanca xwe emê piştgiriya pêngava KCK’ê û hemû pêngavên dijî dagirkeriyê bikin.  Armanc ewe ku em hemû kesên van sûcane dikin û jenosîd bi ser gelê Kurd de tînin, bidin dadgeha navnetewî. Em bi komek çalakvan û rêxistinên civaka sivîl re, dijî sûcên dewleta Tirk a faşîst di nava çalakiyan dene û bi hêvîme ku hewldanên dijî dagirkeriyê wê bigihin serkeftinê.

Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî Runak Mecîd: Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayî êrişî ser Başûrê Kurdistanê dike û dagirkeriya xwe bi rêya leşkerî, êriş û bombebaranan dewam dike. Ji bo vê pêngava KCK’ê ji bo şikandina dagirkerî û azadiya Kurdistanê ye. Bi taybet ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê ye. Ji bo têkbirina hemû qeyranan, divê dagirkerî were têkbirin. Dewleta Tirk a dagirker ji bo rê li ber aştî û çareseriya Rojhilata Navîn bigre, tecrîdek girankirî daniye ser Rêber Ocalan. Rêber Apo xwedî nêrîna konfederalîzma demokratîk û jiyana hevbeş ya gelane. Dijî dagirkeriyê banga yekîtiya netewî a Kurdan dike. Ji bo vê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, tê wateya zimanê aştî û çareseriya herêmê.

Çalakvanê civaka sivîl Pola Ehmed: Ev pêngav bi bandor e û erkê me hemûyan ewe ku piştgiriyê bidin vê pêngavê. Divê em bi kampanya, zext û çalakiyên cûr be cûr bikarin ji bo pêngavê bibin bersiv. Di vê çarçoveyê de ji bo dawî anîna dagirkerî û siyaseta faşîst a dewleta Tirk, berpirsyartiyek mezin dikeve ser milê me hemûyan. Pêwîste em berjewendiyên netewî bixin pêşiya hemû tiştek din. Divê em bi zanin tecrîda li ser Rêber Apo, mijara hemû Kurdane û encex bi azadbûna Rêber Apo wê aştî pêkwere.

Endamê Mekteb Siyasî ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Bextiyar Mistefa: Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê, siyaseta dagirkerane, aqilê faşîzm û rêgezperestiyê nîşan dide. Li gorî wan bi navê Kurd, ti netewek nîni. Ji bo vê dîkdatoriya xwe dewam dikin û tecrîda li ser Rêber Apo jî giran dikin. Em li hemberî vê jî, piştgiriyê didin pêngava KCK’ê. Emê bi çalakiyên cûda li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin. Yek ji bingehên serekî ya vegera aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn, azadkirina Rêber Ocalane.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv