PARLAMANTERÊ HDP’Ê OMER FARUK GERGERLÎOGLU:
JI BO SERKETINA BERXWEDANÊ Û ŞIKANDINA TECRÎDÊ EM Ê ZÊDETIR TÊBIKOŞIN
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu got: Divê dewlet gavê biavêje. Ti kes bi kêfê nakeve greva birçîbûnê.
Birçîbûn, tîbûn ne hêsan e. Li holê pirsgirêkeke mezin heye.
Çalakiya li girtîgehan bi rastî jî çalakiyeke girîng e.
Kes ji kêfê nake; ji bo meseleya Kurd çareser bibe, ji bo dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn û atmosfereke axaftinê bê afirandin dikin.
Ji bo mijareke ku dikare bi hêsanî bê çareserkirin, girtiyên Kurd niha di nava berxwedaneke mezin de ne.
Di rewşekê de ku tecrîd di nava tecrîdê de heye, grevên birçîbûnê hene û mirov li ber mirinê ne, ji aliyê wijdanî ve em aciz in.
Ji ber vê yekê em soz didin gelê xwe ku hîn bêhtir bi ser vê mijarê ve biçin.
Ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê û rakirina tecrîda li Îmraliyê em ê gavan biavêjin.