PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
OTOBÛSÊN PIRTÛKXANEYÊN RÊBER APO DERKETIN SEFERÊ
Li bajarê Almanya Ştûtgartê doh Otobûsa Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dest bi sefera xwe kiribû.
Rawestgeha otobûsê ya îro jî bajarê Pforsheim (Forzeym) bû.
Weke doh îro jî xelkê Alman eleqeyek zêde nîşanî pirtûkên Rêber Apo da.
Devereke din a Otobûsa Pirtûkxaneya Gerok lê derket seferê, bajarê Almanya Hambûrg bû.
Li vê derê jî dezgehê pirtûkan hat danîn û bi Almanî anonsa kampanyayê ji bo azadiya Rêber Apo hat kirin.
Li paytexta Swêdê Stokholmê jî doh bi karwanekî wesaîtan Otobûsa Pirtûkxaneya Gerok dest bi seferê kiribû.
Rawestgeha Otobûsê ya îro bajarê Orebro bû.
Li vê derê jî dezgehê pirtûkan hat danîn.
Çalakgeran armanca çalakiyê hem bi Kurdî û hem jî bi Swêdî ji xelkê re vegotin.