PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
OTOBÛSÊN PIRTÛKXANEYÊN RÊBER APO LI BERN, AMSTERDAM Û MOTPELLÎERÊ BÛN
Otobûsa Pirtûkxaneya Rêber Apo ya li Fransayê sefera xwe didomîne.
Piştî Marsîlya, Nîce, Dragûîgnan, Marîgnanê otobûsa pirtûkxaneyê gihîşt Montpellîerê.
Kurdistaniyan li vir otobûs pêşwazî kir.
Piştî gera li nava bajêr, dezgehê pirtûkan hat danîn.
Otobûsa Pirtûkxaneya Rêber Apo ji vir jî berê xwe da bajarên Toulous û Bordoyê.
Devereke din a Otobûsa Pirtûkxaneya Gerok lê derketiye seferê, Hollanda ye.
Rawestgeha Otobûsê vê carê paytext Amsterdam bû.
Çalakgeran armanca çalakiyê ji xelkê Hollandî re vegotin û belavok belavkirin.
Li Swîsreyê jî otobûsa Pirtûkxaneya Gerok a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo 9’ê Sibatê dest bi sefera xwe kiribû.
Piştî Lozan, Solothûrn, Zûrih û Luzernê rawestgeha dawî ya otobûsê bajarê Bernê bû.
Kurdistaniyan dezgehê pirtûkan danîn û gel derbarê fikir û felsefeya rêber APO de agahdar kirin.
Xelkê Bernê eleqeyek zêde nîşanî pirtûkên Rêber Apo da.
Li bajarê Toronto yê Kurdistaniyan bi zêdetirî 100 wesaîtî li nava bajêr tur avêtin û balkişandin ser tecrîdkirina rêber APO.