Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Oust-France: Dewleta Tirk xwe dispêre PDK’ê û êriş dike 24.11.2020

 

HEVKARIYA QIRÊJ A PDK Û DEWLETA TIRK
OUEST-FRANCE: DEWLETA TIRK XWE DISPÊRE PDK’Ê Û ÊRIŞ DIKE

Rojnameya Fransî Ouest-France cih da naveroka hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê û diyar kir ku dewleta tirk ji bo êrişên li dijî kurdan xwe dispêre PDK’ê.

Nûçe bi îmzeya Sîlven Merkadîê hat weşandin û tê de hat diyarkirin ku bedlêla vî şerê qirêjî xelkê Başûrê Kurdistanê didin.

Şêniyê gundê Mêrgêreşê yê herêma Bradostê Silêman tîne ziman ku ew neçar maye havîna derbasbûyî gundê xwe biterikîne û dibêje,

“Bi êrişa destpêkê ya fuzeyê re agir bi baxçeyê me ket. Biraziyên min hewl dan şewatê vemirînin. Di êrişa duyemîn a fuzeyê de her sê jî birîndar bûn.”

Silêman diyar dike ku ji ber êrişan gundê Mêrgêreşê bi temamî hatiye valakirin.

Mîna Silêman bi hezaran kes neçar man malên xwe yên li qadên çiyayî vala bikin.

Biraziyê Silêman Xoşewî jî dibêje, “Roja ku êriş bû li Mêrgêreşê şervanekî bi tenê jî tune bû. PKK dûrî malan, li nava daristanan dimîne.”

Rojname destnîşan dike ku artêşa Tirk a bi bêcezahiştinê piştrast e êriş dike.

Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê Chrîstîan Peysmakir Tîm ji sala 2015’an ve herî kêm 97 kes ji ber êrişên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane, derdora 100 kes jî birîndar bûne.

Li gorî heman rêxistinê 126 gund jî bi temamî hatin valakirin, gef li 500 gundan tê xwarin.

Rojname vê tespîtê dike: “Enqere bi PDK’ê bawer e.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv