Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PAJK: Dawîkirina êsîrbûna 22 salan a Rêber APO deynê me ye 08.10.2020

 

KOMPLOYA NAVNETEWÎ YA 9’Ê COTMEHÊ
PAJK: DAWÎKIRINA ESARETA 22 SALAN A RÊBER APO DEYNÊ ME YE

Koordînasyona PAJK’ê li ser komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PAJK’ê şehîdên “hun nikarin roja me tarî bikin” bi bîr anî û diyar kir ku zarokên qehreman ên Kurdistanê li dijî komplogeran canê xwe feda kirin.

PAJK’ê anî ziman ku di şexsê Rêber Apo de komplo li dijî xelkên rojhilata navîn pêk hat û wiha got;

PKK û Rêber Apo li dijî kompo û êrişan ti carî ji xeta azadiyê tawîz nedan. Bi vê yekê re bûn hêviya jiyana azad ji bo jin, Kurdan û gelên rojhilata navîn. Rêber Apo hebûna Kurdan bi jiyaneke rûmet û jiyana jinê bi azadiyê re pênase kir. Ji bo vê yekê jî têkoşînek li dijî paşverûtiyê meşand. Ji bo her beşa civakê bû parêzvanê demokrasî û yekîtiyek bi rûmet. Ji ber helwesta wî ya muxalîf Rêber Apo kirin hedefa komployek navnetewî.

Koordînasyona PAJK’ê ragihand ku komplo bi têkoşîna gel û partiyê têk çû û wiha got;

Hewldana domandina komployê hê jî heye. Komplogeran dît ku têk diçin serî li rêbazê din dan. Li aliyekî pêşengê tevgera me xistin lîsteya lêgerînê, li aliyê din li dijî bakur-rojhilatê Sûrî planên dagirkeriyê xistin meriyetê. Li Serêkaniyê û Girê Spî jiyanek li ser bingeha azadiya jinê hebû, lewma jî dagir kirin.

PAJK’ê diyar kir ku hedefa wan di sala 22’an de dawîkirina esareta Rêber Apo ye û ev yek jî deynê wan e.

Koordînasyona PAJK’ê got niha ji bo Kurdan, xelkê Rojhilata Navîn û jinan dema azadkirina Rêber Apo ye.

Herî dawî jî bang kir ku 10’ê Cotmehê roja cîhanî ya azadiya Rêber Apo her kes li qadên çalakiyan be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv