Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
JinNûçeyên Dawî

PAJK: Divê roja 3 yê wek roja qirkirina civaka Êzîdî u jinan were qebûl kirin

 

 

PAJK: DIVÊ EW ROJ WEKE QIRKIRINA CIVAKA ÊZDÎ Û JINAN WERE QEBÛLKIRIN

Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê bi rasthatina salvegera 6’an a Fermana 3’yê Tebaxê daxuyaniyek da..

Koordînasyona PAJK’ê Fermana li dijî civaka Êzdî weke tevgera qirkirina jinan binav kir û got: lazime hemû jinên li cîhanê 3’yê Tebaxê weke roja qirkirina jinê qebûl bikin.

Koordînasyona PAJK’ê girîngiya jeopolîtîk a Şengalê bi bîr xist û wiha dewam kir:

Şengal deriyê di navbera Iraq, Sûrî û Tirkiyê de ye. Ji dîrokê ve hêzên xwestine bibin serwerê Kurdistanê, her gavê xwestinê Şengal bixin bin kontrola xwe. Ji ber vê girîngiyê, Osmaniyan gelek caran li Şengalê komkujî pêk anîn.

Li gel vê taybetmendiya xwe ya jeopolîtîk, Çiyayên Şengalê jî her gavê bûne stargeha gelê Kurd û navenda parstina wî ji tevgerên qirkirinê re.

PAJK: ARMANCA FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ, ASTENGKIRINA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BÛ

Hêzên ku çavê xwe berdan cihê jeopolîtîk ê Şengalê, di eslê xwe de bi Fermana 3’yê Tebaxê re xwestin tevgera azadiya Kurdistanê û têkoşîna jina Kurd ji holê rakin.

Bi taybet jî xwestin ku şoreşa Rojava têk bibin.

DAIŞ’ê li pêş çavên cîhanê, êrişî warê civaka qedîm a ku bê-xwedî û bêhêz dihate dîtin.

Bi hezaran jin revandin û dest avêtin wan. Jinên dîl girtin li bazarên koleyan firotin. Ya li bazarên koletiyê hate firotin, çarenûsa mirovahiyê bû.

Bê goman ji vê encama kambax, bi qasî çeteyên hov ên DAIŞ’ê, hêzên wê demê civaka Êzdî bê parastin hiştin jî berpirsyar in.

Eger êrişa 3’yê Tebaxê bi qirkirina civaka Êzdî bi encam nebû, ev yek bi saya berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ye.

Piştî destwerdana şervanên Rojava, 12 gerîlayên HPG û YJA Starê jî mîna Derwêş û Edûlan bi hewara civaka Êzdî ve çûn û pêşî li kuştina 10 hezaran kesî girtin.

PAJK: FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ GIRÎNGIYA HÊZA XWEPARASTINÊ RAXIST BER ÇAVAN

Di daxuyaniyê de tê gotin, encama fermana 3’yê Tebaxê nîşanî civaka Êzîdî, jinên Kurd û gelê Kurdistanê da ku eger hêza xweparastinê tine be, êrişên qirkirinê her gavê dikarin werin pêşxistin..

Koordînasyona PAJK’ê anî ziman ku rêjîma Tirk îro jî hewl dide plana DAIŞ’ê ya têkçûyê biser bixe û wiha got:

Piştî Fermana 73’an ku bi saya berxwedana keç û xortên Kurd hat astengkirin, rêjîma Tirk niha bi heman rêbazên DAIŞ’ê dixwaze warê civaka Êzdî dagir bike.

Mîna helwsta li hemberî fermana 3’yê Tebaxê, yekanê rêya têkbirina êrişên dewleta Tirk jî xurtkirina têkoşîn û berxwedanê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv